Graham: Erdogan tevlihevî çêkiriye û divê bi xwe jî çareser bike

30-10-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Lindsey Graham Tirkiye Erdogan Rojavayê Kurdistanê Çarenivîsa Rojava Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê diyar ê Komariyan, Lindsey Graham derbarê pesendkirina projeyasaya ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ragihand, ku Erdogan ev tevlîhevî çêkiriye û divê ew bi xwe çareser bike.

Lindsey Graham di twîttekê de nivîsiye: “Erdogan ev tevlîhevî çêkiriye û pêwîst e ew bi xwe jî çareser bike.”

Graham herwiha dibêje: “Armanca Kongreyê ew e li dijî şerxwaziya Tirkiyê ya ligel Kurd û hêzên HSDê raweste ku di têkşikandina DAIŞê de hevkariya me kirine.”

Graham hevdem di twîtteke din de nivîsiye: “Pêşbînî dikim ku Encûmena Pîran (Senato) jî projeyasaya ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê pesend bike û nîşanî Tirkiyê bide, ku Amerîka rûnanê, dema Tirkiye pirsgirêkan bo wan û hevpeymanên wan çêdike.”

Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi piraniya dengan, projeyasayek ji bo cezakirina Tirkiyê pejirand ku daxwazê li serok Donald Trump dike, ji ber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Ji koma 435 endaman, 403 nûneran di dengdanê de projeyasa Erê kirin û tenê 16 nûneran deng ji bo biryarê nedan.

Li gor wê projeyasayê, cezakirina Tirkiyê herdu wezîrên berevanî û darayî yên wî welatî û herwiha hemû wan sazî û dezgehan li xwe digire ku pêwendî li gel hêzên serbazî yên Tirkiyê hene.

Herwiha li gor projeyasayê, firotina çekan bi Tirkiyê tê qedexekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ev biryar şermezar kir û got ku ne li gorî hevbeşiya wan di NATOyê de ye.

Tirkiyê û komên çekarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirine. Roja 17ê Cotmehê di çarçoveya rêkeftina Amerîka û Tirkiyê de û herwiha roja 22ê Cotmehê jî piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê, agirbest li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin.

Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye, tevî hebûna agirbestê, hêzên Tirkiyê li hin deveran weke başûrê rojhilatê Serê Kaniyê, bakurê Til Temir, derdora Girê Spî û Eyn Îsa li ser êrîşên xwe berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst