Di êrişên Îsraîlê de 2 welatiyên Fransayê mirin

2 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Libnan Êriş Fransa Welatî Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê yên li Libnanê de heta niha 2 welatiyên Fransayê mirine.

Hefteya borî welatiyekî Fransayê yê 87 salî di êrişeke Îsraîlê ya li bajarê Sûrê de miribû.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de welatiyekî wan ê din jî miriye.

Wezaretê ragihand ku ew kes 60 salî ye û wekî din ti agahî nedan.

Artêşa Îsraîlê 23yê Îlonê bi sedan êriş birin ser başûrê Libnanê.

Li gorî daxuyaniyên Libnanê, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de hezar û 174 kes mirine ku 194ên wan jin û zarok in.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Hizbulah jî bi roket û mûşekan êrişî Îsraîlê dike lê piraniya amûrên wê yên hewayî li asîmanan tên teqandin.

Li hêla din, ji libnanê pêleke koçê dest pê kiriye û tê gotin ku bi deh hezaran kes derbasî Sûriyeyê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst