Li Kolombiyayê helîkopter ket: 9 leşker mirin

30-04-2024
Nîşan Kolombiya Helîkopter Ketin Leşker Mirin General
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bakurê Kolombiyayê helîkopterekî leşkerî ket û 9 leşkerên tê de mirin.

Helîkoptera leşkerî ya bi hejmara MI-17 HK3395an li gundê Guaraperiayê yê herêma Bolivarê ketiye xwarê.

Hat ragihandin ku leşkerek ji wan general bûye.

Serkkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji ber qezayê gelekî xemgîn e.

Li Kolombiyayê ji serê salê û bi vir ve gelek leşker di qezayên helîkopteran de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst