Serokê Giştî yê PWKyê: Divê em li gorî dinyaya dîjîtal rê û rêbazên nû biafirînin

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Ewropa Kongre Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Ewropayê,  li bajarê Stockholmê yê Swêdê îro  bi beşdariya delegeyên PWKyê yên li welatên Ewropayê dest pê kir.

Kongreya PWK Ewropayê dê du rojan berdewam bike.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi rêya ZOOMê beşdarî kongreyê bû û axaftinek kir.

Mustafa Ozçelîk amaje bi wê yekê kir ku divê ew li gorî şerdên dinyaya nû ya dîjîtal, li gorî sosyolojiya cîhên ku ew lê dijîn, bi bawerî û armancên xwe yên meşrû bikarin rê, rêbaz, amûr û şêweyên nû yên rêxistinbûyînê û têkoşînê biafirînin.

Derbarê yekbûna partiyan de jî Ozçelîk got:

“Li Bakurê Kurdistanê cudabûna partî, rêxistin û grûbên ku wekî hev, nêzîkî hev difikirin, zerarê dide doza miletê me, heyf e luks e.”

Ev jî axaftina Mustafa Ozçelîk e:

“PWK, wekî partiyeke meşrû, yasayî, neteweyî, niştimanî, azadîxwaz, demokrat, di têkoşîna doza mafê çarenîvisa miletê Kurd û Kurdistaniyan de, berhemê ked û xebata bi salan e.

PWK, bi fedekarî, hestyarî û dilsoziya rêvebir û endamên TDK-TEVGER û PAKê û kadroyên serbixwe hat damezrandin.

PWK xwe xwe berdewamiya têkoşîna serxwebûna Kurdistanê ya 200 salî dibîne

PWK, li Bakure Kurdistanê xwe wekî  berdewamiya ked û xebat û têkoşîn û bedelên hemû partî û rêxistinên Kurdistanî dibîne, ew xwe berdewamiya têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ya 200 salî dibîne.

Rêvebir û endamên TDK-TEVGER û PAKê, hemû tecrubeyên biserneketî yên yekitiyên siyasî û rêxistinî yên li Bakurê Kurdistanê, bi çavekî objektîf û çêker nirxandin û li cîhê berjewendiyên grûbî û şexsî, berjewendî û pêwîstiyên doza mafê çarenûsiya gelê me esas girtin û li gel kadroyên serbixwe yên Kurdistanî PWK damezrand

PWK, li Bakurê Kurdistanê, di pêkanîna pêwîstiya partiyeke xurt, girseyî, neteweyî, demokrat û Kurdistanî de, xwe wekî qonaxekê pênase dike û dibêje, ‘Em her gav amade ne ku bi partî, rêxistin û tevgerên wekî me û nêzîkî me difikirin re bibin yek û ji bo vê jî em ti qeyd û bendên grûbî û şexsî  danaynin’.

‘Cudabûna partiyê wekî hev zerarê dide doza miletê me’

Em careke din dixwazin dubare bikin ku li Bakurê Kurdistanê cudabûna wan partî, rêxistin û grûbên ku wekî hev, nêzîkî hev difikirin, zerarê dide doza miletê me, heyf e, luks e.

‘Navê ti partî û serokan ji doza azadiya gelê me ne pîroztir e’

Û em dibêjin, ji bo yekbûna hemû partî û aliyên azadîxwaz, demokrat, neteweyî, Kurdistanî, navê ti partiyan, navê ti serokan ji doza azadiya gelê me ne pîroztir e, ne bi qîmetir e.

Herwiha PWK, bi vê  hişmendiyê bangî hemû kadroyên ku wekî me, nêzîkî me difikirin dike da ku, werin em di nav refên PWKyê de hêza xwe bikin yek, em bi hev re partiyeke xurtir û girseyî  ku bikaribe di doza azadiya Kurdistanê de bibe aktorekî esasî bihûnin.

PWK, li Bakurê Kurdistanê ji bo daxwazên stratejîk ên doza azadiya Kurdistanê, li ser perspektîf û bernameyeke milî, demokrat jî lê herwiha ji bo daxwazên rojane û ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd jî amadeye bi hemû aliyên peywendîdar re, hevxebat, hevkarî û tifaqan pêk bîne.

‘Divê ji rêyên geşkirinê vekirî bin’

Em vê yekê wekî wazîfeyeke xwe ya neteweyî û niştîmanî  dibînin. Ji bo pêkanîna van armancan, ji bo  pêkanîna hevkarî û tifaqên neteweyî, divê em miheqeq ji rê, rêbaz û şêweyên rêxistinî yên nû ku rêya pêwendiyên bi gelê Kurdistanê re xweştir û geştir bike re vekirî bin.

Divê em ji bo hevkarî û tifaqên neteweyî, bikaribin format û şêweyên nû bi kar bînin.

Rêbazeke PWKyê heye:

Em dibêjin, yên dikarin di nav yek partiyê de bibin yek, bila bibin yek, yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan pêk bînin, yên nikarin hevkariyan pêk bînin bila di nav diyalogê de bin, yên nilkarin diyalogê jî bi hev re deynin, bila dijminatiya hev nekin.

Em dê her li ser vê rêbaza xwe bimeşin.

‘Dewleta Tirkiyeyê dixwaze doza azadiya Kurdistanê ji holê rake’

Dewleta Tirkiyeyê, ev 100 sal e ku  bi siyaseta xwe ya ‘yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala’yê, bi siyaset û kiryarên xwe yên înkar, îmha û asîmîlasyonê, dixwaze miletê Kurd, zimanê Kurdî û doza  azadiya Kurdistanê ji holê rake.

Mixabin hinek aliyên çep û Îslamî yên ku li ser potansiyela Kurdan bi navê Tirkiyeyîbûnê siyasetê dikin jî di astên cuda cuda de, hişmendiya neteweyî û niştimanî ya bir armanca li Kurdistanê bidestxistina statuyeke siyasî, cografî, netweyî, lawaz dikin.

Li himberî vê helwest û siyaseta dewleta Tirkiyeyê û herwiha li himberî siyaseta ku statuyeke siyasî ji miletê kurd re naparêze, PWK xwe wekî nûner û parastvanê doza mafê çarenûsiya miletê Kurd dibîne.

Ji ber wê jî  hemû rêvebir, endam, alîgir û dostên PWKyê, ji bo ku PWK bi awayekî yekgirtî, xurt û girseyî bibe aktorê esasî yê doza azadiya Kurdistanê, divê zêdetir hestyar bin, aktîftir bin û li partiya xwe, li keda xwe xwedî derkevin.

PWK, ne partiyeke ku hemû endam û rêvebirên wê fotokopiyên hev bin.

Li ser bername û deklerasyona ku hatiye pejirandin, dikare fikrên cuda jî di nav PWKyê de hebin.

Divê em her bi rêbaza empatiyê, di nava partiya xwe de, her daîm vê kultura şefaf, demokratîk biparêzin û em rêzê li hevdu bigrin.

Hevalên hêja,

Çi li welat, çi li Tirkiyeyê, çi li Ewropayê, li gorî şerdên dinyaya nû ya dîjîtal, li gorî sosyolojiya cîhên ku em lê dijîn, li gorî denklemên navneteweyî, divê em bi van bîr û bawerî û armancên xwe yên meşrû, maqûl û biheq, bikaribin rê, rêbaz, amûr û şêweyên nû yên rêxistinbûyînê û têkoşînê biafirînin û di jiyanê de pêk bînin. Divê em bikaribin qeyd û bendên ku aso û fikrên me, dest û lingên me girêdidin biqetînin û rêyên nû yên ji bo qezenckirina potansiyela ciwanan, jinan û hemû pêkhateyên civata Kurdistanê peyde bikin.

Baş e gelo ev mimkun e?

Belê, li gel hemû darbeyên ku me xwarine, li gel hemû asteng û dorpêçkirina heyî û li gel hemû dezawantajên me jî bê şik û bê teredut, ez dibêjim, ev ne hêsan e lê mimkun e.

Bi qasî aliyên neyênî, firsend û îmkanên ji nû ve vejînê jî hene û divê em bi awayekî aqilane bikaribin rê ji vê şansê re vekin.

Hêvî, bawerî, sebir, xweşbîniyek bi şexsiyet, qabîliyeta ku li gorî şerd û mercên xwe ji nû ve xwe organîze kirinê û di nav gelê me de xebat, xebat, xebat, belê ev bingehê esasî ne.

‘Em dikarin bibin dengê bi milyonan kesan’

Çawa ku di salên 1970yî de, kadroyên Kurdan ên hejmara wan bi qasî tiliyên destan bûn, li gel hemû astengî û zehmetiyan jî bi rê û rêbazên li gorî wê demê û bi bawerî û xebateke dilsozane, fedakar, bisebir, bi lihevxwedîderketin, ji hev hezkirin û rêzlihevgirtineke bêhempa, bi çend kesan destpê kirin û bi sedan, bi hezaran, bi dehhezaran, bi sedhezaran rêheval ji xwe re çêkirin, ez dibêjim, em jî îro dikarin vê çembera ku li dora me hatiye girêdan bişkînin û bibin deng û rêxistina bi dehhezaran, sedhezaran, û milyonan.

Werin em bi hev re, ji nû ve, bêyî pêşhukmî, bêyî ku em derbasbûyîna xwe red bikin lê bêyi ku em xwe di derbasbûyê de hefs bikin, werin em formateke nû bavêjin hemû hînbûnên xwe yên heyî, em gotin û kirinên xwe di her warî de bikin yek û bi empatî, em tecrubeyê û dînamîzma nivşên nû bigihînin hev, em rûpelekî nû ji xwe re, ji gelê xwe re vekin.

Helbet ev wekî wazîfeyekê li ser milên me hemûyan e û bingehê wê jî divê li ser axa Kurdistanê, di nav gelê me de bê vejandin.

Lê Yekemîn Kongreya PWK Ewropayê jî wekî kongreya damezrandina PWKyê gelekî girîng e.

Ez dibêjim bila ev kongreya PWK Ewropayê jî ji bo xwe ji nû ve afirandinê, ji bo hişmendiya nû bibe xelekek û pêngaveke nû. 

Ez di wê baweriyê de me ku hemû endam û rêvebirên PWK Ewropayê, li gorî şerd û rastî û pêwîstiyên Ewropayê û li gorî daxwaz û pêwîstiyên doza azadiya gelê me, li ser vê hişmendiya nû, ji bo PWK li Ewropayê xurtir, geştir û girseyîtir bibe, dê bi hestyarî û bi hişmendiyeke yekgirtina partiya me tevbigerin, biryarên pêwîst bigirin, bernameyeke xebatê tesbît bikin û dê her vê hemahengiyê û keda xwe biparêzin.

‘Em bi hev re xurt in’

Ez spasiya Komîteya Amadekar ya Kongreyê, spasiya  hemû endam û rêvebir û delegeyên PWK Ewropayê dikim ku Yekemîn Kongreya PWK Ewropayê li dar dixin.

Ez li ser navê hemû rêvebir û endamên PWKyê, serkeftinê ji hevalên me yên Ewropayê û ji Kongreya PWK Ewropayê re redixwazim.

Ez careke din dixwazim bêjim ku ‘Em bi hev re xurt in’.

Serkeftin ji bo partiya me, serkeftin ji miletê Kurd û kurdistaniyan re.”

Mustafa Ozçelîk bi rêya ZOOMê beşdarî kongreyê bû û axaftinek kir

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst