Serokê PWKyê: Rêkeftina 11ê Adarê destkeftineke dîrokî ya miletê Kurd e

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Mustafa Ozçelîk Rêkeftina 11ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku Rêkeftina 11ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Îraqê û Rêberê Kurd Mela Mistefa Barzanî de hatibû îmzekirin destkeftineke dîrokî ya miletê Kurd e.

Di ser Rêkeftina Otonomiyê ya 11ê Adara 1970yî re 54 sal derbas bûn.

Li Başûrê Kurdistanê piştî destpêkirina Şoreşa Îlonê, bi bedelên mezin, hikûmeta wê demê ya Îraqê, mecbûr ma li gel Rêberê Şoreşa Îlonê ya Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî îmze bike.

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek weşand û bi bîr xist ku bi wê rêkeftinê xelkê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê mafê otonomiyê bi dest xist.

Mustafa Ozçelîk tekez kir ku Rêkeftina 11ê Adarê destkeftineke dîrokî û berhem û nîşana biryardarî, sebir, ked, xebat, bedel, tecrube û dilsoziya 200 salî ya têkoşîna azadiya Kurdistanê bû.

5 Wezîrên Kurdan di Hikûmeta Îraqê de cih girt

Di peyama xwe de Mustafa Ozçelîk wiha got:

“Rêkeftina 11ê Adarê di rêya mafê çarenûsiyê de bingeh û destpêkek bû ku ji aliyê dagirkerekî Kurdistanê ve wek fermî hatibû qebûlkirin.

Bi vê rêkeftinê, parlamentoya otonomiyê dihate damezrandin.

Li gorî peymana otonomiyê dê li sê bajarên Başûrê Kurdistan (Hewlêr, Silêmaniye, Dihok) ku ew jî bes nîvê axa Başûrê Kurdistanê bûn, bi avakirina parlamentoya otonomiyê ji Hewlêrê dê otonomî bihata birêvebirin.

Lê statuya nîvê din ê axa Başûrê Kurdistanê, ango statuya Kerkûkê, derdora Mûsilê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dê paşê bihata zelalkirin.

Bi Peymana Otonomiyê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wekî zimanê fermî hat qebûlkirin.

Herwiha bi vê Peymana Otonomiyê, miletê Kurd bi awayekî fermî, wek şirîkekî desthilatdariya dewleta Îraqê hat qebûlkirin.

5 Wezîrên Kurdan di Civata Wezîran de cih girt.”

“Serkirdayetiya Şoreşê, mecbûr ma dest bavêje çekê”

Ozçelîk da zanîn ku rejîma Beasê nexwest xalên vê peymanê bi cih bîne û her bi rê û amûren cuda ev peyman bin pê dikir û got:

“Ev hewl û niyet û siyaseta rejîma Beasê di encamê de hat wê astê ku sala 1974an, Sedam Hisên peyman tune hesiband û wezîrên Kurdan ji Civata Wezîran derxist.

Ji ber van gav û siyasetên Beasê, Serkirdayetiya Şoreşê, mecbûr ma ku careke din dest bavêje çekê û serî hilde.”

Deskeftên Rêkeftina 11ê Adarê

Bi gotina Ozçelîk Rêkeftina 11ê Adarê û “Rêveberiya Şoreşa Kurdistanê” ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de, di têkoşîna xweîdarekirina gelê Kurdistanê de tecrubeyeke mezin bû û gelek deskeftên neteweyî û dîrokî bi xwe re anîn.

Serokê Giştî yê PWKyê herwiha got:

“Piştî Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê), tecrubeya otonomiya Başûrê Kurdistanê jî di hûnandina dîwarê azadiya Kurdistanê de hîmekî girîng û esasî bû.

Bi Peymana Otonomiyê, li Îraqê cara yekem bû ku wekî fermî, di Destûra Bingehîn a Îraqê de, hebûna miletê Kurd û mafê wî yê neteweyî û demokratîk dihat qebûlkirin.

Peymana Otonomiyê ji aliyê siyasî, çandî, moral, hest û bîr û bawerî û hişmendiya neteweyî ve li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê bayê li xwe veger û vejîneke neteweyî, niştimanî ya nû belav kir.

Li gel hemû astengiyan jî Peymana Otonomiyê ya 11ê Adara 1970yî tecrubeyeke girîng û rûmet, destkeft û serbilindiya hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê ye.

Di 54 saliya Peymana Otonomiyê de, em serok û endazyarê Peymana Otonomiyê Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û hemû Pêşmerge, têkoşer, xebatkar û şehîdên ku di îmzekirina peymanê de keda wan heye bi giramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst