Moskow (Rûdaw) – Koşka Kremlînê biryara Waşingtonê, ya ku serweriya Îsraîlê li ser Girên Golanê dipejirîne, weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav dike û tekez dike ku ev yek dê karîgeriyeke nerênî li ser çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Felestînê û qeyrana Sûrî bike.
Di vê naberê de hin derdor bîryara Amerîkayê ya ser Golanê bi rewşa nîvgirava Kirimê re berawird dikin, sala 2014an Rûsyayê Kirim tevlî erdê xwe kiribû.
Parlamenterê Dûmayê yê ji partiya desthilat Yevgeniy Fyodorjv , wekheviya rewşên di navbeyna Golan û Kirimê de nabîne û dibêje, Kirim di dîrokê de parçeya Rûsyayê bûye.
Yevgeniy Fyodorjv ji Rûdawê re diyar kir: “Heta hevpeymanên herî nêz, yên mîna Kanada û Yekîtiya Ewrûpayê jî piştgiriya Trump nakin. Ji ber ku wî, fîlen ragihand, ku her dewletek, dikare di her kêliyekî de erdê xwe winda bike. Li Waşingtonê li ser Kirimê jî şîroveyan dikin. Lê Kirim, berê 2yemîn Şerê Cîhanê û piştî wê jî, parçeyeke Rûsyayê bû. Lewma jî cudatiya rewşên Kirim û Girên Golanê li ber çavan e. Bi yekkirina Kirimê, dabînkirina yekpariya Rûsyayê ye, lê bûyera li Golanê rasterast dijî prensîpên cîhanê yên parastina yekpariya dewletan e.”
Hincet û encamên gengaz ên biryara Donald Trump ya li ser Golanê, di nava civata dîplomat û siyasetzanên Rûs de jî bi germî tê gengeşîkirin. Bi nêrîna wan, Amerîka dixwaze li cîhanê xwe weke yekane super hêz bide ferzkirin, lê cîhan êdî ber bi pir cemseriyê ve diçe.
Şêwirmendê Cîgirê Serokê Civata Federasyona Rûsyayê Andrey Baklanov diyar kir: “Ya xirab ew e ku, mînakên weha yên biçûkxistina hiqûqa navnetweyî, diyar dikin ku Amerîka bi van kiryarên binpêkirina peymanên navneteweyî re gelek pêşda çûye. Civata navneteweyî dive pêşiya vê yekê bigre. Lewre, ev yek dikare karîgeriya xwe ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li tevayî herêmên cîhanê jî bike.”
Biryara Donald Trump a beriya sal û nîv jî, dema ku Orşelîm - Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kiribû, rastî bertekeke nerênî ya Kremlînê hatibû. Ji xwe tirsa Moskow ji her guherîneke statuyan a li cîhanê ye, ku rola wê dikare tê de lewaztir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse