Kanadayê qedexeya firotina çekan a li ser Tirkiyeyê rakir

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kanada Firotina Çekan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê erê kir, Hikûmeta Kanadayê ragihand ku wan qedexeya firotina çekan a li ser Tirkiyeyê rakiriye.

Kanadayê sala 2020ê piştî ku Tirkiyeyê di şerê Karabagê de piştgiriya Azerbaycanê kir, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê qedexe kiribû û hinardeya çekan rawestandibû.

Kanadayê ev biryar bi hinceta ku teknolojiya Kanadayê bi rêya dronên Tirkiyeyê li dijî Ermenistanê tê bikaranîn wergirtibû.

Hikûmeta Kanadayê li ser malpeya xwe ya fermî ragihand ku qedexeya firotina çekan a li ser Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Hikûmeta Kanadayê ragihand:

“Biryara redkirina serlêdanên firotina hinek amûrên diyar ên pîşesaziya parastinê ji bo Tirkiyeyê 16ê Nîsana 2020ê hat wergirtin. Piştî vê daxuyaniyê biryara redkirinê êdî nayê bicihkirin.”

Hikûmeta Kanadayê destnîşan kir ku serlêdanên destûrê yên hinardekarên ku ji bo Tirkiyeyê hinardeyê bikin dê di çarçoveya nirxandina rîskê de yek bi yek biryar li ser bê dayîn.

Kanadayê cara yekem sala 2019an ji ber êrişên li Rojavayê Kurdistanê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê qedexe kiribû û piştî hevdîtinên her du dewletan Hezîrana 2020ê qedexe bi dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst