Hewlêr (Rûdaw) - Di malpera fermî ya Ajansa Îstixbarata Ewlehiya Gel (PSIA) a servîsa îstîxbarata navxweyî ya Japonyayê de, PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" hat derxistin.
PSIA lîsteyeke nûjen a “rêxistinên terorê” parve kir.
Di lîsteyê de rêxistinên wekî El Qaîde û DAIŞê cih digirin.
Herwiha hat dîtin ku PSIAyê PKK ji lîsteyê derxistiye.
Îstîxbarata Japonyayê berî niha PKK wekî "rêxistina terorê ya mezin a navneteweyî" bi nav dikir.
Di arşîvên înternetê yên li ser malpera PSIAyê de tê dîtin ku PKK di kategoriya “rêxistinên terorê yên navneteweyî” de ye.
Lewma di lîsteya nûjen a ku hatiye parvekirin de, PKK ji lîsteya terorê ya cîhanê hatiye derxistin.
Li aliyê din Rûsya, Çîn, Hindistan, Swîsre, Misir, Îsraîl, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ukrayna û Îmarat jî PKKyê wekî “rêxistina terorê” nabînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse