Paytexta Tigray kete destê hêzên herêmê û agirbest hat ragihandin

29-06-2021
RÛDAW
Nîşan Tigray Etyopiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Paytexta Tigray bajarê Mekelle piştî şerekî dijwar kete destê Hêzên Berevaniya Tigray û hêzên hikûmeta Etyopiya ji bajêr derketin. Piştre li ser daxwaza Abraham Belay serokê rêveberiya demkî ya Tigray ku banga agirbestê li hikûmeta federalî kiribû, agirbestek demkî li herêmê hat ragihandin.

Piştî 8 mehan ji şerekî giran û çêbûna kareseta mirovî, hikûmeta Etyopiyayê agirbest li herêma Tigray ragihand. Agirbest ji bo wê yekê ku alîkariyên mirovî bigihin xelkê û biryar e heta meha Îlonê agirbest berdewam be.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Etyopiyayê, agirbest heta dawiya mûsimê çandiniyê berdewam dibe.

Ragihandina agirbestê li ser daxwaza serokê desthilata demkî ya herêma Tigray Abraham Belay tê, ku bang li hikûmeta federalî ya Etyopiyayê kir û got: Li ser navê xelkê Tigray û hemû xelkê aştîxwaz em daxwaz ji hikûmeta federalî dikin ku agirbestê ragihîne, ew jî li ser bingeha pêwîstiyên miorvî, daku rê li wêraniyên zêdetir bê girtin û xelk jî bikarin beşek ji çareseriyê.

Ragihandina agirbestê di demekê de ye ku çekdarên Hêzên Berevaniya Tigray piştî şerekî dijwar derbasî nava bajarê Mekelle paytexta vê herêmê bûn û piştî 8 mehan ev bajar dubare kontrol kirin.

Hêzên hikûmeta federalî ya Etyopiyayê ji bajarê Mekelle vekişiyan û berpirsên rêveberiya demkî ya Tigrayê ku ji aliyê hikûmeta Adisababa ve hatibû danîn, ji bajêr reviyane.

Ev guhertin di rewşa şer de piştî wê yekê hat, ku çekdarên Hêzên Berevaniya Tigray ji heftiya bihorî ve dest bi êrieşke berfireh bo kontrolkirina paytexta herêmê bajarê Mekelle kirin.

Di encama şerê li ser paytexta herêmê de, gelek zirarên canî û maddî çê bûn û tenê di bombebaranekê de 64 kes hatin kuştin û zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûn.

Hêzên Berevaniya Tigrayê berpirsyariya kuştina wan kesan xiste stuyê hikûmeta federalî ya Etyopiyayê.

Şerê li herêma Tigray di Mijdara 2020an de destpê kir, piştî ku Serokwezîrê Etyopiyayê Abey Ahmad biryar da, bi êrişeke serbazî dawî li desthilata hikûmeta herêma Tigrayê bîne.

Tigray pir-akincîtirîn herêma Etiopyayê ye, hejmara akinciyên wê zêdeyî 5 milyon kes e.

Serokwezîrê Etyopiyayê ragihand, şerê li herêma Tigrayê dê şerekî demkurt be, lê şer demeke dirêj dom kir û ew yek bû sedema pirsgirêkeke mezin a mirovî li herêmê û rêxistinên navdewletî jî ji rewşa mirovî ya herêmê dilgiran bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst