Zivistan li Amerîkayê; Ji bo 240 milyon welatiyên Amerîkî hişyarî hat dan

28-12-2022
Li New York a Amerîkayê gelek berf bariye.
Li New York a Amerîkayê gelek berf bariye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Barîna berfê, bahozê û sir û seqemê hema hema jiyan li gelek navçeyên Amerîkayê rawestandiye û bandor li jiyana bi dehan milyon kesan kiriye. Ji ber sermayê ji 240 milyon welatiyên Amerîkî hatiye xwestin ku li malên xwe bimînin û eger pir hewce neke dernekevin derve.

Li bajarê Washington DC yê paytexta Amerîkayê gola ku 620 metreyan dirêj e û 51 metreyan panahiya wê ye, bi tevayî bûye qeşa û welatî xwe li ser dişemitînin.

Ev yek ji encama wê pêla sermayê ye ku 20ê Berfanbarê Amerîka girt û li hinek deveran pileya germayê heta 48 pileyan jêr sifrê daketiye.

Li çend beşekî din ê Amerîkayê rewş xirabtir e. Dezgeha Keşnasiyê ya Amerîkayê dibêje, ji destpêka berfbarînê ve li bajarê Buffalo yê Wîlayeta New Yorkê yek metre û 26 santîmetre berf bariye.

Berpirsên New Yorkê derbarê berdewambûna pêla sermayê hişyariyê didin û daxwazê ji welatiyan dikin ajotinê nekin û li malên xwe bimînin.

Hakima New Yorkê, Kathy Hochul dibêje, “Ewqasî em li ezman dinerin, em dizanin pûk vedigere. Em pêşbînî dikin 15 heta 30 santîmetreyan berfeke din wê bibare. Li bajarê Buffalo ku dikeve başûrê vê derê, di şevekê de 75 heta 101 santîmetreyan berf bariyaye. Lewma gelekî zû ye em bibêjin temam bûye. Dibe hinekî baştir be ji berî du rojan, lê hêj gelekî metirsîdar e ji bo kesê ku derkeve derve.”

Haydariya Hakima New Yorkê di demekê de ye, ku Amerîka di 45 salên bihorî de, pêla sermaya ya bi vî awayî nedîtiye û haydarî ji bo 240 milyon welatiyên Amerîkayê hatiye dan.

Li gorî amarên hikûmetê, ji destpêka wê pêla berfbarînê ve, 62 kes li 12 wîlayetên Amerîkayê bi sedema sermayê canên xwe jidest dane, ku 28 ji wan tenê li New Yorkê bûn.

Sermaya Amerîkayê bandor tenê li ser jiyana welatiyan dirust nekiriye, lê belê bi sedema berfa zêde û bayê ku leza wê li hinek deveran digihe 120 kîlometreyan di demjimêrekê de, gelek wêstgeh û hêlên gihandina elektrîkê li wî welatî ragirtine.

Tenê roja Şemiyê 24ê Kanûnê, nêzîkî 1 milyon û 700 hezar mal û cihên karkirinê bê elektrîk bûn û niha jî bêhtir ji 100 hezar kesî bê elektrîk in.

Bi sedema sermaya zêde, li piraniya bajaran kolanan qeşa girtiye. Herwiha 70 rêyên sereke yên navbera wîlayetan jî hatine girtin.

Serdozgerê bajarokê Erie, Mark Poloncars ragihand, “Dixwazim xelk di wê yekê de bigihêjin ku, gelek rê hene niha bi tevayî hatine girtin. Bi ti awayî ji bo ajotinê ne gunca in. Tikaye, tikaye li malê bimînin.”

Serekîtirîn rêya veguhestinê ku bi sedema pûka berfê ziyan dîtiye,  hêlên esmanî ne

Li gorî malpera FlightAware, ji 22 heta 27ê vê mehê bêhtir ji 22 hezar geştên firokeyan li Amerîkayê ji ber barîna berfê û bahozê hatine hilweşandin.

Ew jî di vê dema salê de ku li Amerîkayê geştkirin bi firokeyan di bilindtirîn ast de ye, êdî bûye asteng li ber geştkirina welatiyan û beşek ji wan gelek rojan li firokexaneyan mane.

Geştyarek bi navê Veronica Wyman dibêje, “Şeva bihorî me bilêta geşta nû kirî, lê vê sibehê bi hatina me re, bo firokexaneyê, dubare hate hilweşandin. Ev diçe Minneapolis û ez jî diçime New Yorkê. Geştên gelek xelkê hatin hilweşandin.”

Aniha tîmên hawarçûnê li Amerîkayê li derveyî bajaran dest bi gera li deverên ku dibe bi sedema berfê welatî lê asê mabin yan otomobîlên wan ji kar ketibin.

Polîs dibêje, beşekî ji wan kesên ku canên xwe ji dest dane, bi sedema sermayê li nav otomobîlên xwe canên xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst