Wezareta Derve ya Swêdê derbarê Amedê de biryarek da

28-03-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Derve ya Swêdê Ann Linde Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Swêdê biryar da ku Ameda Bakurê Kurdistanê ji bo geştê ji lîsteya bajarên ne ewle derxe.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ji ber ku rewşa ewlehiyê baştir bûye êdî ji bo Amerê şîret nakin.

Ann Lind di tweeta xwe de wiha dibêje “Ji ber ku rewşa ewlehiyê baştir bûye Wezareta Derve îro biryar da ku li ser çûnûhatina bajarê Amedê yê Tirkiyê şîretan nadin.”

Herwiha Wezareta Derve ya Swêdê ji ber guhertina rewşa ewlehiyê îro 28ê Adara 2022an di derbarê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de biryar da ku şîrêtên xwe biguherînê.

Li gorî vê biryara nû Wezarete Derve ya Swêde şîret dike eger pewîst neke geşta bajarên Şirnex, Colemêrg, Hatay û Kîlîsê nekin û 10 kîlometre ji sînorê Sûriyê dûr bikevin.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Swêde di 1ê Sibata 2022an de şîret kiribû ku eger pêwîst neke geşta bajarên Amed, Dîlok, Mêrdîn, Riha, Wan, Sêrt, Dêrsim, Çewlig, Îdir, Agirî, Şirnex, Colemêrg, Hatay û Kîlîsê nekin. Herwiha 10 kîlometre ji sînor. Sûriyê dûr bikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst