Neteweyên Yekbûyî piştî bombebarana dêrekê bangî Rûsyayê kir

27-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî Rûsya Ukrayna
A+ A-

New York (Rûdaw) - Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî roja çarşemê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê careke din li ser Peymana Behra Reş civiya û bang li Rûsyayê kir ku vegere ser peymanê.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Khaled Khiari, di civînê de da zanîn ku Rusyayê, yekşema borî êrişî bajarê Odesayê yê Ukraynayê kir.

Li gorî daxuyaniya Khiari, di encama êrişê de kesek mir û zirareke mezin giha hem genim û hem jî dêreke bi navê Transfiguration Cathedral ku ji aliyê UNESCOyê ve dihate parastin.

"Êrişên li hemberî sivîlan dijî peymanên navneteweyî yên mirovahiyê ne"

Khaled Khiari herwiha got, “Êrişên Rûsyayê cihên genim û dexlûdanên Ukraynayê dike armanc. Erişên wiha yên ku li hember sivîlan û warên sivîlan têne kirin nayê qebûlkirin û divê bilez û bez werin rawestandin. Êrişên li hemberî sivîlan dijî peymanên navneteweyî yên mirovahiyê ne.”

Khiari anî ziman ku Rûsyayê hefteya borî êrişî nêzîkî sînorê Romanya û Moldovayê kir û ew cihên ku hatin bombebarankirin benderên ku genim ji Ukraynayê dihate belavkirin bûn.

Di heman demê de di civînê da Nûnera Amerîkayê jî got ku heger wiha berdevam bike di cîhanê de bi milyonan kes dê bi birçîbûne re rû bi rû bimînin. Lewma nirxê nan jî dê zêdetir bibe.

"Di yekê ji wan êrişan de 60 hezar ton genim tarûmar kir"

Nûnera Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfieldê di civînê de got:

“Hefteya borî artêşa Rûsyayê bendera Odesayê bombebaran kir. Di yekê ji wan êrişan de 60 hezar ton genim tarûmar kir. Li gor zanyariyên Rêxistina Xorakê ya Cîhanê ew genim têrî 270 hezar mirovan a salekê hebû.”

"Ukraynayê bixwe ew êriş kiriye"

Nûnerê Rusyayê jî di civînê de got ku wan êrişî ti dêrên Ukraynayê nekiriye. Heger wan êriş bikira dêr niha ji holê rabûbû. Ukraynayê bixwe ew êriş kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku ji civînê encameke nû ji bo nûkirina Peymana Behra Reş derneket û dê rojên pêşiya me mijar careke din bê gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst