Almanya tevî ku delîlên îşkenceyê hene Kurdekî dersînor dike

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Kurd Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya hewl dide Kurdekî ku îspat bûye li Tirkiyê îşkence lê hatiye kirin radestî Tirkiyê bike.

Daîreyeke koçberiyê ya herêma Bavyera ya Almanyayê tevî ku delîl û belge hene ku li Tirkiyê îşkence lê hatiye kirin, dixwaze Kurdekî bi navê K. yê 30 salî dersînorî Tirkiyê bike.

Li gorî teblîxa redkirina daxwaza penaberiyê ya ji Adara îsal ve, Daîreya Koç û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) jî texmîn dike ku ciwanê 30 salî li Tirkiyê hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin û dibêje “Ne diyar e ku ev îşkence li ser nijad, ol, netewe, ramana siyasî an endametiya komek civakî ya taybetî ya serlêder hatiye kirin.”

Parêzerê penaberê Kurd Roland Meister dibêje “Di biryara BAMFê de tê gotin ku dadgehkirina Kurdan ji aliyê dadweriya Tirkiyê ve bi rastî xizmeta têkoşîna li dijî terorê dike. Daîreya Federal îşkenceyê relatîf dike.”

Rojnamevan Kerem Schamberger hûrgiliyên dozê li ser bloga xwe parvekir û dibêje “Kurdê ku di sala 1993’an de ji dayik bûye û ji malbateke ku gelek endamên wê li Tirkiyê di bin zext û zordariyê de ne. Bavê wî li Tirkiyê bi hinceta endametiya PKKê 12 sal di zindanê de maye.”

Li gorî zanyariyan niha herî kêm 12 Kurd li Almanyayê bi tometa endamtiya PKKê di zindanan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst