Partiya El-Wehde û Koma Zozan li Almanyayê çalakiyek folklorî pêk anîn

27-06-2023
Hisên Omer
Çalakiya folklorî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê.
Çalakiya folklorî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê.
Nîşan Almanya Hanover Partiya El-Wehde Koma Zozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hanoverê rêxistina Partiya El-Wehde ya Rojavayê Kurdistanê û Koma Zozan çalakiyeke folklorî pêk anîn.

Roja Yekşemê 25ê Hezîrana 2023yan Partiya El-Wehdê û Koma Zozan bi hev re li Almanyayê li bajarê Hanoverê çalakiyeke folklorî û rewşenbîrî saz kirin.

Di ahengê de, Koma Zozan a Folklorî ku li Herêma Efrînê û Helebê navdar bûye, çend tablo û govendên folklorî pêşkêş kirin.

Di şahiyê de, hejmarek malbatên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.

Ferhad Elûş, ciwanekî Efrînî ye ku di çalakiyê de beşdar bû. Ferhad Elûş ji Rûdawê re derbarê vê ahengê de axivî û got, pêwîst e ku Kurd li bajarê Hanoverê serî li hev bidin û demeke xweş derbas bikin û xemên xwe ji bîr bikin.

Ferhad Elûş got, “divê em Kurd li vêya bifikirin ku em çawa dikarin li vî bajarî xizmeta doza xwe ya Kurdî û milletê xwe bikin.”

Elûş spasiya Koma Zozan a folklor jî kir û diyar kir, aheng bi awayekî rêkûpêk û baş hat lidarxistin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst