Serdozgerê Alman bo Rûdawê: Derbarê Kuştina jina Kurd de lêkolîn berdewam in

27-04-2022
RÛDAW
Serdozgerê Alman bo Rûdawê: Derbarê Kuştina jina Kurd de lêkolîn berdewam in
Serdozgerê Alman bo Rûdawê: Derbarê Kuştina jina Kurd de lêkolîn berdewam in
Nîşan Jina Kurd Pêşangeha Pirtûkan a Qamişlo Almanya Uhrlich Bremer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgerê bajarê Koln ê Almanyayê li ser kuştina jineke Kurd a ji Qamişloyê got “Di derbarê kuştina jina Kurd de lêkolîn berdewam in.” 

Bûyera trajîk a kuştina jina Kurd di nav raya giştî û medya Almanî de hê jî rojev e. Li ber deriyê mala ku jina Kurd a 36 salî ya li taxa Nippes a Kolnê gul û mûm tên danîn

Serdozgerê bajarê Koln ê Almanya Uhlrich Bremer ji Tora Medyayî ya Rûdaw re behsa destpêkirina lêkolîna li ser bûyerê dike û dibêje "Tawanbar hevjîna xwe daye ber kêran û paşê polîsan ew girtiye. Di derbarê kuştina jinê de lêkolîn berdewam in."

Uhrlich Bremer got “Em di wê baweriyê de ne ku tawanbar niha di zîndana lêkolînê de ye û bi sedama kuştina hevjîna xwe ku weke wî ji Sûriyê ne bi kêran kûştiye û paşê telefona polîsan kiriye û li ber deriyê malê bê li berxwe bide hatiye desteserkirin. Tawanbar heta niha di derbarê bûyerê de neaxiviye û şahid nînin. Parêzerek wî heye û parêzer dê aktê bibîne û em lê binêrin û li bendê dimînin ka tawanbar dê derbareyî bûyerê de biaxive yan na.”

Di 18ê Nîsanê de li bajarê Kolnê ya Almanyayê jineke Kurd a ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê mêrê xwe ve bi kêran hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst