Raportorê Tirkiyê: Divê Tirkiye di warê mafên mirov de gavan biavêje

27-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor ragihand ku heta Tirkiyê di ware mafên mirov de pêş nekeve dê rê nedîn hevdîtinên nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê û egera vetokirinê anî rojevê.

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor 26ê Adara 2022ê bi rêya vîdeo beşdarî konferansa çapemeniyê ya bi navê “Bedêla Giran a Nûçeyan” bû.

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor di peyama xwe de got: “Ne tenê bo rojnamevanan bo xwendekar, hunermend û zanîngehan jî li beramber rexnekirinê helwêstek heye. Ev rewşeke cihê nîgeraniyê ye. Parlamentoya Ewropayê heta di warê mafên mirov û serdestiya hiqûqê de pêşketinek çênebe dê rê nede nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê û dê serbestiya vîzê jî nebe.”

Amor derbarê rewşa Tirkiyê de amaje bi wê yekê dike ku di warê mafên mirov û serdestiya hiqûqê de ti pêşketin çênebûne û ev mijar bo proseya beşdarbûnê gelekî girîng in. Amor dibêje berpirsên Tirkiyê di cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) de wek mînaka doza Osman Kavala li berxwe dide û ev jî cihê nîgeraniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst