Putin derbarê rêkeftina Soçiyê de agahî dan Macron

26-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rûsya Fransa Vladimir Putin Emmanuel Macron Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Ragihandinê ya Kremlinê bi daxuyaniyekê ragihand ku di peywendiyeke telefonî de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê rêkeftina Soçiyê ya navbera Rûsya û Tirkiyê de agahî dane Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di peywendiya telefonî de derbarê hevdîtinên rayedarên paye bilind ên Rûs û Tirkan de ku 22ê Cotmehê li Soçiyê hatin kirin, bi hûrgilî agahî dane Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron.”

Li gor daxuyaniyê, Putin ji Macron re gotiye ku ew rêkeftin di berjewendiya hemû aliyan de ye û dibe hevkar bo ji nû ve parastina serwerî û yekparçetiya axa Sûriyê. Herwiha tê gotin ku di wê hevdîtina telefonî ya navbera herdu lîderan de Macron ji Putin re gotiye ku rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de erênî dibînin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Emmanuel Macron bi germî pêşwazî li rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de kir. Li gor nerîna giştî, tedbîrên ku di rêkeftina Soçiyê de hatin wergirtin, dibin bingeheke baş daku li rojhilatê Firatê aramî çêbibe û bi giştî dibe hevkar bo çareserkirina krîza Sûriyê.”

Herwiha herdu serkirdeyan hêvî kirine ku yekemîn rûniştina Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê baş derbas bibe.

Rûsya û Tirkiye 22yê Cotmehê derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîştin rêkeftineke 10 xalî.

Xalan Tirkiyê û Rûsyayê li ser gihîştine rêkevtinê ev in:

1- Herdu alî pabendbûna xwe bi parastina yekîtiya siyasî û xaka Sûriyê û parastina ewlekariya millî ya Tirkiyê nîşan didin.

2- Herdu aliyan tekezî li ser rûbirûbûna tevahiya awayên terorê û valaderxistina hewlên cudaxwaziyê ji Sûriyê dikin.

3- Parêzgarî ji wê rewşê tê kirin ku niha li Serê Kaniyê û Girê Spî di çarçoveya operasyona Kaniya Aştiyê de bi kûrahiya 32 km hatiye bidest xistin.

4- Herdu alî tekeziyê li ser giringiya Rêkeftina Edeneyê dikin û Rûsya dê hêsankariyan bike ji bo cîbicîkirina wê.

5-Roja 23yê Cotmehê ji demjimêr 12.00ê pêve, polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, ji xeynî herîmên operasyona “Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan. Di heman demî de dê li rojhilat û rojavayê herêma operasyonê Türkiye û Rûsya dewriyeyên hevbeş pêk bînin (Qamişlo ne di nav de).

6- Tevahiya endamên YPG tevî çekên xwe wê ji Minbic û Ti-Refhetê bêne derxistin.

7- Herdu alî wê tedbîrên pêwîst werbigrin bo rêgirîkirin li ber derbasbûna terorîstan.

8- Herdu alî wê hêsankariyan bikin bo vegera bi dilxwaz û ewle ya koçberan.

9- Bo cîbicîkirina vê rêkeftinê mekanîzmeke taybet wê bê danîn.

10- Di çarçoveya Astana û çalakkirina komîteya destûrê de, kar ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst