Lavrov: Bêyî Talibanê proseya siyasî ya Efxanistan, pêşnakeve

26-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, peywendiyên qedîm ên welatê wî ligel Tevgera Talibanê hene û li ser parastina wan peywendiyan jî berdewam dibe. Lavrov herwiha got: “Bêyî karkirina ligel Talîbanê pêşveçûn di proseya siyasî ya Afxanîstanê de çênabe.”

Li bajarê New Yorkê di panêleke taybet de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: “Efxanista bêguman di vê demê de di mêjiyê hemû kesekî de ye Mixabin vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê ji Efxanistanê bêyî girîngiyê bi derencamên wê bidin, bû sedem ku gelek çek li wir bimînin û divê em piştrast bin ku ew çek bi armanca têkdan û wêrankariyê nayên bikaranîn.”

Sergey Lavrov amaje bi wê yekê kir ku bêyî Talibanê proseya siyasî ya Efxanistan pêşnakeve got: “Ev rewşa niha çêbûye nebûye sedema ku em peywendiyên xwe ligel Talibanê sînordar bikin an nehêlin, ji ber bêyî karkirina ligel Talibanê pêşveçûn di proseya siyasî ya Efxanistanê de çênabe.”

Lavrov dibêje: “Peywendiyên qedîm ên Rûsyayê ligel Tevgera Talibanê hene û armanca peywendiyên me yên niha ligel Talîbanê yekem bo dabînkirina aramiya Rûsya û welatiyên me ye, duyem bo paldana gotûbêja navbera Efxaniyan e bi armanca vejandina proseya siyasî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst