UN: 250 pêketiyên Sorika Meymûnan li 18 welatan hatine tomarkirin

26-05-2022
RÛDAW
Nîşan Sorika Meymûnan Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Neteweyên Yekbûyî heta niha 250 pêketiyên Sorika Meymûnan li 18 welatan hatine tomarkirin. Brîtanya, Almanya, Îspanya, Portugal û çend welatên din dibêjin piraniya pêketiyan kesên hevregezxwaz in.

Şêwirmendê herî bilind ê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî jî ragihandiye, ew nexweşî ji ber du ahengên hevregezxwazan belavbûye ku têde bikom seks kirine.

Ev nexweşî destpêkê di sala 1970an de li Kongo hatiye dîtin.

Hat diyarkirin, tevî ku navê wê bi meymûnan ve hatiye girêdan lê tenê ne ew candar çavkaniya virûsê ye.

Sekretera Beşa Vaksînê li WHO Dr. Rosamund Lewis got, "Piraniya ew candarên ku dibe bi Sorika Meymûnan ketibin, ji malbata kotinker in. Cirdê mezin ê Gambiya, mişkê daristan û sivorî ew cor candar in ku dibe paşmayên wan ber wan kesan bikevin ku diçin daristanan.”

Ligel seksa netendurist, ew nexweşî bi çend rêyên din jî di nav mirovan de tê veguhastin.

Seroka Tendirûstiya Navçeya Sikramento ya Kalîforniyayê Olivia Kasirye li ser belavbûna Sorika Meymûnan got, "Kesê pêketî, di destpêka derketina, heta ku çermê birînên wî hişk dibin û çermekî nû derdikeve dikare nexweşiyê veguhuzê kesekî din. Veguhastin bi awayekî sereke bi rêya ew pirzikên mezin çêdibe ku di dema henasedanê de derdikevin, yan bi rêya peywendiya rasterast ligel avên ji laş derdikevin, birîna çerm yan cil û nivînên pîsbûyî.”

Ev nexweşî li hinek welatên Afrîkayê wek bahor tê binavkirin. Lê pirsporên pizîşkî dibêjin, hêj jî metirsiya wê nîne ku bibe bahoreke cîhanî ya weke Coronayê.

Endamê Civaka Dermansazên Amerîkayê Dr. DAniel Bauscih got, "Dibe ku pêketiyên zêdetir hebin. Lê bi hezaran yan jî deh hezaran pêketiyên sorika meymûnan nabin. Ev ne tişteke ku xelk jê nîgeran bibe.”

Rêveberê Peymangeha Tendirûstî ya Madison a Cîhanî Jorge Osorio anî ziman, "Bo Sorika Meymûnan me amûrên me hene rê li ber belavbûna zêdetir bigirin. Vaksîneke me ya gelek serkeftî heye. Herwiha me sîstemeke tendirûstî ya wiha heye ku dikarin çavdêriya pêketiyan bikin û nehêlin zêdetir peywendiya wan ligel xelkê zêdetir hebe.Bo mirovan rêjeya mirinê nêzîkî ji sedî 10 heta 17 ye. Nexweşiyekî navendî ye û tenê ew kesên berevaniya wan nemaye pirsgirêkên wan dibin.”

Diyaredeyên nexweşiyê ji: Ta, lerz û ta, êşa masûlkeyan, west û çêbûna birîn û sorikan li ser dest û rû û hinek caran jî li ser organên cinsî ye.

Piraniya pêketiyan di demê 2 heat 4 heftiyan de baş dibin, bêyî ku pêdiviya wan bi wê yekê bibe ku li nexweşxaneyê bên razandin.

Sazmanên Tendirûstî yên Ewropî û Amerîkî jî amaje bi wê yekê didin ku dibe bi rêya vaksînên  sorikan û dermanên din ên dijî virûsan ku niha kar li ser wan tê kirin, rê li ber belavbûna wê  nexweşiyê bê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst