Neteweyên Yekbûyî: Em pêşbînî dikin ku 270 hezar kes ji ber şer ji Sûdanê birevin

26-04-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Neteweyên Yekbûyî: Em pêşbînî dikin 270 hezar kes ji ber şer ji Sûdanê birevin
Neteweyên Yekbûyî: Em pêşbînî dikin 270 hezar kes ji ber şer ji Sûdanê birevin
Nîşan Sûdan Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî dibêje ji destpêka şerê Sûdanê ve ji 427 kes hatine kuştin û bêhtirî 3 hezar û 700 kesan jî birîndar bûne û 3.7 milyon kes li Sûdanê koçber in. Neteweyên Yekbûyî dibêje, “Em pêşbînî dikin 270 hezar kes ji ber şer ji Sûdanê birevin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, berî serhildana şerê navxwe yê Sûdanê, pêwîstiya 15.8 milyon kesî, bi alîkariyên mirovî hebû.

Ew hejmar jî bi yek milyon û nîvê ji sala 2022an bêhtir e û bêhtirîn e ji sala 2011an ve.

Ev kes, bi sedema şer, derbider bûne û li jêr sîbera darekê li bajarê Kufrûn ê welatê Tchadê bicih bûne. Ev kes Sûdanî ne.

Reviyayekî şer Helîm Îsax Omer anî ziman, “Ti asayiş nîne. Em ji Sûdanê reviyane Tchadê. Em dixwaizin parastî bin. Ti asayişek li Sûdanê nemaye.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, berî serhildana şerê navxwe yê Sûdanê, pêwîstiya 15.8 milyon kesî, bi alîkariyên mirovî hebû. Ew hejmar jî bi yek milyon û nîvê ji sala 2022an bêhtir e û bêhtirîn e ji sala 2011an ve. Çar milyon ji wan 15.8 milyon kesî, jinên ducanî û zarokên jêr temenê 5 salî bûn.

Li gorî Ajansa Penaberan a Newtewyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve bêhtir ji 20 hezar kesî çûne Tchadê. Aniha hejmara xelkê Sûdanê li Tchadê nêzîka 400 hezar kesî ye. Li gorî nûtirîn raporta Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve, bêhtir ji 427 kesî hatine kuştin û bêhtir ji 3 hezar û 700 kesî jî birîndar bûne.

3.7 milyon kes li Sûdanê koçber in. Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike bi sedema şer 270 hezar kes ji wî welatî birevin û herin welatên din.

Berpirsê Tîma Neteweyên Yekbûyî Canpawl Samvura got,  “Ew kesên ku ji Gwêtaya Sûdanê hatine tiştekî wan nîne, wan her tişt jidest daye. Xelk daxwaza xorakê û pêdawîstiyan dikin. Em hewl didin ava pak ji wan re dabîn bikin ew jî karekî giran e.”

Şerê navxwe yê Sûdanê, piştî ku serî hilda, girjî di navbera Ebdulfeth Burha û Mihemed Hemdan Degelo yê cîgirê wî de bêhtir kir, ew jî li ser dema pêwîst ji bo yekirina artêşê û Hêza Piştevaniya Bilez û proseya demokrasîkirina Hikûmeta Sûdanê.

Aniha her yek ji wan her du serkirdeyên serbazî ku ji 2019an ve hevpeyman in, li dijî yê din rawestiyaye û hewla bûna bi serokê defakto yê wî welatî dide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst