Almanya: 2 bira bi gumana amadekariyên “kiryarên terorîstî” hatin desteserkirin

26-04-2023
Zozan Çetîn
Almanya: 2 bira bi gumana amadekariyên “kiryarên terorîstî” hatin desteserkirin
Almanya: 2 bira bi gumana amadekariyên “kiryarên terorîstî” hatin desteserkirin
Nîşan Almanya Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, polîsan dû birayên xelkê Sûriye desteser kir ku tohmetbar in bi amadakariyên pêkanîna “kiryarên terorsîtî”.

Gumanbarê sereke di vê malê de jiyaye, Bashar Okla yê temen 34 salî jî di odeyeke vî xanî de bûye lê ew dibêje haya wî ji tiştekî nîne.

Welatiyê Sûriye Bashar Okla got, “Hêzên polîs derî şikandin û ketin hundir, ez li vir razayî bûm, çek danîn ser serê min û gotin bêdeng rûne; min pirsyar kir çi bûye? Gotin bêdeng be.”

Heta niha jî navê her dû birayan nehatiye eşkerekirin. Ya ku tê zanîn gumanbarê sereke 28 salî ye. Nişteciyê bajarê Hamburg e. Xwestiye kembereke boberêjkirî çêke; birayê wî yê ku çar salan jê biçûktir e nişteciyê bajarokê Kêmpten e; alîkariya wî kiriye û ew han jî daye.

Welatiyê Sûriye Bashar Okla anî ziman, “Kesekî asayî bû, diçû mizgeftê lê serdana hola werzîşê jî dikir, bi hevalên xwe re diçû şahiyên wan û carinan jî di rojên bêhnvedanê de li vir jî kom dibûn, kesên asayî bûn.”

Berdevka Ofîsa Serdozeriya Giştî ya Hamburgê di vê derbarê de daxuyaniyek da.

Berdevka Serdozgeriya Giştî ya Hamburg Liddy Oechtering li ser bûyerê got, “Her du gumanbar jî tohmeta danîna plana pêkanîna teqînê li ser wan heye, ew gumanbarê ku li Hamburgê dijiya xwestiye bi destê xwe kembera bomberêjkirî çêke. Bi wê mebestê hinek pêkhateyên kîmyayî û çend tiştên din kirîne. Birayê wî alîkariya wî kiriye û ew han jî daye û di aliyê derûnî de jî piştgiriyeke zêde daye wî. Eşkere ye, xwestine hinek kesan bikujin ku wan wek “kafir” dibînin.”

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser dibêje, desteserkirina wan 2 kesan nîşan dide ku hîn metirsiya tûndrewan heye û heta niha jî Almanya armanca raste rast a rêxistinên “terorîstî” ye. Herwiha ji hêzên ewlekariyê daxwaz kir ku derbarê asta tehdîtan de hişyartir bin û bi awayekî cidîtir li zanyariyên ewlakariyê binêrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst