Ji Almanyayê derbarê doza Kobaniyê de daxuyanî

26-04-2021
RÛDAW
Nîşan Barbel Kofler HDP Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Mafên Mirovan ya Hikûmeta Almanyayê Barbel Kofler doza Kabaniyê ya ku îro birêve diçe rexne kir û got divê Selahattîn Demîrttaş li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) serbest bê berdan.

Hikûmeta Federal ya Almanyayê bertek da doza kobaniyê ya ku îro destpê kir û zêdetirî 100 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê de tên darizandin.

Berpirsa Mafên Mirovan ya Hikûmeta Almanyayê Barbel Kofler amaje bi wê yekê kir ku rayedarên Tirk li ser HDP û endamên HDPê polîtîkayên tûnd dimeşînin û doza Kobaniyê ya ku li Enqerê hatiye detspêkirin bi guman e û wiha berdewam kir “Her kesê ku hewl dide ku derbirîna raya siyasî krîmînalîze bike, bingeha ku demokrasî li ser ava dibe dike armanc.”

Kofler diyar kir ku ew ê Almanya dozê ji nêzîkî ve bişopîne û ji Tirkiyê xwes ku pabendî pîvanên dewleta hiqûqê be.

Herwiha Kofler bang li Tirkyê kir ku li dijî Selahattin Demirtaş "tawanbariyên bi guman" neyên kirin û got “Bi taybetî, ez bang li Tirkiyê dikim ku li dijî Selahattin Demirtaş dozên dadrêsî yên gumanbar rawestîne û li şûna wî li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serbest berde.”

Kofler Kofler di derbarê banga xwepêşandanên Kobaniyê de biryara DMME ya Berfenbara 2020an ku dibêje “ne banga şîdetê ye, derbirîna daxuyaniya siyasî ye” bibîr xist.

Di doza Kobaniyê de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de  28 jê girtî  108 kes tên darizandin.

Bûyerên Kobaniyê weke doza sereke ji bûyerên 6 û 7ê Cotmeha sala 2014ê dema çalakiyên piştgiriya Kobanî pêk tê ku wê demê li 35 bajar û 96 navçeyan di encama çalakiyan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst