Îspanya tedbîrên rûbirûbûna koronayê siviktir dike

26-04-2020
RÛDAW
Nîşan Barselona Îspanya Coronavirus Vîrusa Koronayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îspanya tedbîrên rûbirûbûna koronayê kêmtir dike û biryar e ji destpêka meha Gulanê ve rê li ber xelkê were vekirin ku ji malên xwe derkevin û ligel xweştiviyên xwe li cihên giştî bigerin.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sánchez di civîneke çapemeniyê de ragihand ku eger rewş wiha berdewam be û pêngavên rûbirûbûna koronayê bi aliyê pozîtîv de biçin, wê demê hinek tedbîrên beramber vîrûsê kêmtir dikin.

Serokwezîrê Îspanyayê da zanîn ku ji 2ê Gulanê ve rê li ber xelkê vedikin daku dest bi çalakiyên xwe yên taybetî û şexsî bikin, ji malên xwe derkevin û li cihên giştî ligel kesên nêzîkê xwe bigerin.

Pedro Sánchez,  Serokwezîrê Îspanyayê, dibêje, “Dixwazim wê yekê rabighînim, eger pêşveçûna pandemiyê bi awayekî erênî berdewam bike, ku niha wiha ye, wê demê ji 2ê Gulanê ve rê li ber xelkê tê vekirin ku dest bi çalakiyên xwe yên taybet bikin, wek çûna derve û gera ligel wan kesên nêzîkê wan in, hevdem redbîr ji aliyê berpirsên tendirûstiyê ve tên diyarkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst