London - Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Brîtanyayê avahiya dîrokî ya Great Hallê li navenda Londonê resepsiyona Newrozê li dar xist.
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir pîrozbahî mazûvaniya mêvandaran kir.
Dîplomatê Herêma Kurdistanê Karwan Cemal Tahir, mêvanên Kurd û Brîtanî yên ku hatibûn resepsiyonê li ber deriyê avahiyê pêşwazî kir.
Mêvanên ku bi cil û bergên neteweyî yên Kurdî hatibûn resepsiyonê li avahiya dîrokî ya Great Hallê hatibû lidarxistin reng da şevê.
Tahir di axaftina xwe ya li ser resepsiyonê de diyar kir Newroz ne tenê bûyereke çandî ye ji bo wan lê her wiha têkoşîna gelê Kurd a ber bi azadiyê ve dide nîşandan.
"Çalakiyên Kurdan li Brîtanyayê zêde dibin"
Karwan Tahir amaje bi girîngiya pêwendiyên dîrokî yên di navbera Kurd û Brîtanyayê de kir û da zanîn ku her diçe çalakiyên civaka Kurdî li Brîtanyayê di hemû waran de zêde dibin û ev bandoreke erênî li pêwendiyên her du neteweyan dike.
Şêwirmendê Karûbarên Derve yê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ku axivêrekî din ê resepsiyonê bû.
Mistefa diyar kir ku ew bi saya Bursa Chevening a ku Brîtanyayê ya sala 1994an daye wî, şansê perwerdeyê bi dest xistiye û piştî vegerê li Kurdistanê karibûye xizmeteke baştir pêşkêş bike.
Mistefa destnîşan kir ku gelek Kurd, bi taybetî di warê perwerdeyê de, berê xwe didin Brîtanyayê.
Resepsiyona Newrozê bi bernameya muzîk û govendê bi dawî bû.
Nûçe: Idrîs Okuducî
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Brîtanyayê li Londonê resepsiyoneke Newrozê li dar xist
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 27, 2025
📸 Îdrîs Okuducî - Rûdaw pic.twitter.com/W6kOnDshlA
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse