DÊRSIM - Koma Muzîkê ya Zarokan di şahiyên sersalê de konserek saz kir

31-12-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Gaxan Sersal
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên sala nû “Gaxan”ê li Qada Seyîd Riza tên lidarxistin.

Li Dêrsimê pîrozbahiyên sala nû bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê bi rê ve diçin.

Koma Mûzîkê ya Zarokan a Şaredariyê di şahiyên Gaxanê de bi zaravayê Kirmanckî konserek saz kir.

Endama Koma Mûzîkê ya Zarokan a Şaredariya Dêrsimê Işil Buyuktaşê got, “Gaxana me pîroz be! Ez ji Dêrsim û zimanê xwe pir hez dikim.”

Koma Ekolojîstên Xwebexş Anka Dêrsîmê jî di pîrozbahiyên serê salê de xwarina “biçka şîr” a xwecihî ku ji tovên hezar salî hatibû amadekirin pêşkêşî beşdaran kir.

“Axa me û zimanê me zerer dîtiye”

Endamê Koma Ekolojîstên Xwebexş Anka Dêrsimê Mehmet Alî Yildiz wiha anî ziman:

“Anka Dêrsim 7 sal in ji bo ku çanda hilberînê ya ku li seranserê erdnîgariyê hatiye wêrankirin, bi tovên bav û kalan ên ku li van axan şîn bûne ji nû ve vejîne têdikoşe.

Bêyî ku madeyên kîmyewî li axa wê bireşînin, axê çi da me felsefeya me ew e.

Axa me û zimanê me zerer dîtiye. Derdekî me yê wiha heye ji bo ku em van dîsa temîr bikin û li axa xwe biçînin û wisa bikin ku mirovên me li van deran jiyana xwe berdewam bikin.”

Xelkê Dêrsimê eleqeyeke zêde nîşanî pîrozbahiyên serê salê yên Gaxanê da û wan daxwaza zêdekirina çalakiyên ziman û çandî kir.

Welatî Medine Buyuktaşê got, “Neviyê min jî li vê derê ye. hemû gelê me, zarokên me ne, hûn jî. Îro wan biçka şîr çêkiriye, pir xweş e.”

“Di çanda me de pevçûn û tundî tunin”

Welatî Haydar Çalli diyar kir, “Ev çanda me ye û bila ciwanên me vê çandê bigihînin nifşên din. Di çanda me de pevçûn û tundî nînin.

Her tim xweşî û aştî hene. Bi saya Xwedê dê ji niha û şûnve jî berdewam bike.”

Şahiyên Gaxanê di serî de li Dêrsimê û li parêzgehên wekî Sêwaz, Erzingan, Çewlîg û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê tên sazkirin.

Gaxan li gorî baweriya Elewiyan roja destpêkirina îbadetên wan e û ev îbadet 3 mehan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst