Li Bangladeşê keştiya diçû perestgehê binav bû; 23 kes xeniqîn

25-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bangladaşê keştiya ku ji bo pîrozkirina festîvalê diçe perestgehê, li herêma Pançagarhê di çemê Karatoyayê de binav û di encamê de 23 kes xeniqîn û herî kêm 30 kes jî winda ne.

Li gorî nûçeyên medyaya Asyayê, rayedarên polîsên Panchagarh diyar kirin ku keştiya ku di çarçoveya Festîvala Durga Puja de ji bo Roja Mayalaya diçû Perestgeha Badheshwarê, li gorî saeta herêmî saet 14:30 li ser çemê Karatoya birê ket.

Rayedaran diyar kirin ku di keştiyê de jin û zarok jî di nav de 60 heta 70 kes hebûn.

Bi gotina rayedaran wî welatî dema keştî gihîşte nîve Karatoyayê binav bûye, di bûyerê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 30 kes jî winda bûne.

Rayedaran diyar kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo windayan û tespîtkirina nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane dewam dikin.

Ji aliyê din ve li gor hin malperên nûçeyan ên li Bangladaşê di keştiyê de zêdetirî 100 kesan hebûn û herî kêm 70 ji wan hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst