Awisturya jî dixwaze koçberan bişîne welatê sêyem

25-05-2024
RÛDAW
Koçber/Wêne: EPA
Koçber/Wêne: EPA
Nîşan Awisturya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Awisturya dixwaze modela Brîtanyayê ya şandina koçberan a ji bo Rwandayê dubare bike.

Wekî ku şêwirmendê (yan serokwezîrê) Awisturyayê Karl Nehammer dibêje, hejmareke mezin a welatên Ewropayî jî heman tiştî dixwazin.

Awisturya hewl dide Yekîtiya Ewropayê (YE) heman rêya Brîtanyayê bi kar bîne û koçberên neqanûnî bişîne cihekî mîna Rwandayê.

Şêwirmendê Avusturyayê Karl Nehammer vê hefteyê li Viyanayê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak re civiya.

Piştî civînê, Nehammer veneşart ku ew bi 'rêçik'a ku Brîtanyayê plan jê re daniye ji bo tevgera li hemberî koçberên neqanûnî, matmayî ye; ango şandina wan ji bo Rwandayê.

Wekî ku Karl Nehammer ragihand, ev yek rê li pêşiya Yekîtiya Ewropayê vedike ku heman tiştî bike.

Berê Awisturya û 14 welatên din ên Ewropayê nameyek ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re nivîsandibûn û daxwaz kiribûn ku ji bo pirsgirêka koçberan li 'çareseriyên nû' bifikirin.

Şêwirmendê Awisturyayê dibêje ku welatên ku piştgiriyê didin ramanên şandina koçberan bo Rwandayê, Danîmarka, Holenda, Fînlanda, Îtalya û Polonya ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst