Wezareta Derve ya Swêdê bo Rûdawê: Em alîkariya lêşkerî nadin Rojava

25-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedara çapemeniyê li Wezareta Derve ya Swêdê êvara Sêşemê ji Rûdawê re ragihand, Swêdê “ti alîkariyeke aborî û leşkerî” nedaye Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê. Ev redkirin piştî bangewaziya Tirkiyê ji Swêdê re tê ku piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê rawestîne, heger ew dixwaze bibe endamê NATOyê.

Wezareta Derve ya Swêdê diyar kir alîkariya wan di warê av û paqijî, perwerde, perwerdekirina kesên kêmendam, afirandina kar, medyaya azad û serbixwe, bihêzkirina civaka sivîl û pêşxistina azadiya çapemeniyê de ye.

Rayedarên Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku Stokholmê bi deh milyon dolaran alîkariya aborî bi rêya rêxistinên Kurdî û biyanî pêşkêşî herêmê kiriye. Tirkiyê îdia kir ku ev piştgirî ji bo şervanên Kurd ên li Rojava ku ew weke “terorîst” dihesibînin hatiye dayîn.

Rayedara çapemeniyê li Wezareta Derve ya Swêdê êvara Sêşemê di emailekê de ji Rûdawê re ragihand, “Swêd ti alîkariyên aborî û leşkerî nade Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encûmena Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) an jî YPG/YPJ.”

Enqere dibêje ku YPG girêdayî PKK ye ku PKK ji aliyê Tirkiye û hevalbendên wê yên rojavayî ve weke rêxistineke terorîst hatiye binavkirin.

Rayedara çapemeniyê li Wezareta Derve ya Swêdê Julia Eriksson Pogorzelska “Swêd ji bo krîza Sûriyê xwedî stratejiyeke hevkariyê ya pêşveçûna herêmî ye ku armanca wê piştgirîkirina gelê Sûriyê û penaberên Sûrî û civakên mêvandar ên wan li welatên cîran e. Bi tevahî, qebareya stratejiyê di navbera 2016 û 2023-an de 3,21 mîlyar kron e, ku bi qasî 376 mîlyon dolar e."

Swêd endama hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst