Amerîka: Hêzên me yên leşkerî ji Îraqê dernakevin

25-01-2024
Diyar Kurde
Vedant Patel û Diyar Kurdê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Vedant Patel û Diyar Kurdê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Vedant Patel Amerîka Îraq DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got, “Hêzên me yên leşkerî dê li Îraqê bimînin.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, di civîna çapemeniyê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Milîsên nêzîkî Îranê, Îraqê jî dixin metirsiyê”

Vedant Patel li ser pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraqê re got:

“Em dê pêwendiyên xwe yên nêzîk ên bi Hikûmeta Îraqê re bidomînin.

Em gelekî bi eşkereyî radihînin ku ew milîsên nêzîkî Îranê ne tenê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, herwiha Îraqê jî dixin metirsiyê.

Amerîka dê bersiveke guncav bide wan.”

Amerîkayê sêşema borî li Îraqê çend êrişên asmanî pêk anîbûn.

Vedant Patel diyar kir, di van êrişan de sê baregehên Lîwayên Hizbulahê û grûpên nêzîkî Îranê bûne hedef.

Patel anî zimên ku ev êriş pêwîst bûn û got, “Ew êriş ji wan êrişên ku li Îraq û Sûriyeyê hêzên Hevpaymaniya Navneteweyî dikin hedef re bersiveke rasterast bûn.”

"Hêzên leşkerî yên Amerîkayê dê li Îraqê bimînin"

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, li ser mana leşkerên Amerîkayê ya li Îraqê jî ji Rûdawê re wiha axivî:

“Hêzên leşkerî yên Amerîkayê dê li Îraqê bimînin. Li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wê derê ne û li kêleka hêzên leşkerî yên Îraqê ne.

Hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji bo piştrast bin ku DAIŞ bi temamî têk çûye li Îraqê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst