Macron: Li ser berbijarbûnê di demeke guncaw de biryara xwe didim

25-01-2022
RÛDAW
Nîşan Fransa Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema hilbijartinên serokkomarê Fransa nêzîk dibe ku tê payîn di 10 Nîsana bê de bê lidarxistin, di vê derbarê de Serokê Fransayê Emanuel Macron dibêje, ew dê di "dema guncaw" de ragihîne ka ew dê ji bo gereke din a serokatiyê xwe bike berbijêr yan na.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Duşembê 24ê Çileya 2022 di dema serdana xwe ya bo dibistaneke lîseyê ya çandiniyê de li bajarê Ahun got, “Hêj gelek kar mane em bikin. Di demeke guncaw de biryara xwe radigihînim.”

Macronê 44 salî kesekî miyanrew e wate ne çepgir û ne jî rastgir e. Di Gulana 2017an wek Serokkomarê Fransayê hat hilbijartin, tê payîn ku ji bo cara duyemîn a serokkomariyê bibe berbijêr, lê hêj bi fermî berbijêrbûna xwe eşkere nekiriye.

Macron ji aliyê hevrikên xwe yên rastgir û çepgir ve hate rexnekirin û dibêjin ku ew posta serokkomariyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Li gorî rapirsiyên nefermî Macron li pêş herdu berbijêrên din ên serokkomariyê ye.

Tevî ku Macron bi derxistina hin biryarên li dijî Îslam û koçberan kariye hest û alîgiriya beşek ji rastgiran qezenc bike, lê eger di gera yekem a hilbijartinê de 50+1 dengan nestîne, dê di gera duyemîn a hilbijartinê de bi berbijêrê rastgir re bikeve pêşbaziyê, wê demê metirsî heye ku Macron serkevtî nebe, bi taybet eger aliyên rastgir li dijî wî li hev bikin û bibin yek.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst