Penaberê Kurd ê bikujê keça Almanî tê darizandin

25-01-2019
RÛDAW
Nîşan Almanya Penaberê Kurd Kurd Penaber Elî Beşar
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Ew koçberê Kurd ku sala bihorî destdirêjî kiribû ser keçeke Almanî û piştre ew kuştibû, tê dadgehîkirin.

 

Elî Beşar ê temen 21 salî di Gulana 2018ê de li nêzîkî çolevaniyeke kampa penaberan li bajarê Dîsbaden a Almanyayê destdirêjiya seksî kiribû ser keçeke Almanî ya 14 salî ya bi navê Sozana Mariya Fildman.

 

Elî Beşar pêştir jî du caran destdirêjî kiribû ser keçeke din a Almanî ya 11 salî û ew îşkence kiribû.

 

Wan bûyeran li Almanyayê dengvedaneke mezin çê kir û bûne sedem jî ku Şêwirmenda Almanya, Angela Merkel mercên wergirtina penaberan tundtir bike û pêdeçûnê bi yasayan bike.

 

Elî Beşar piştî kuştina wê keça Almanî, Almanya terikandibû û vegeriyabû Herêma Kurdistanê, lê belê hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, rojaînê (08-06-2018), li taxa Şeibanî ya Zaxoyê ew girtin û roja paşê jî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ew radestî rayedarên hikûmeta Almanya kirin.


 

Serdozgerê Fîdbadenê, Elî Beşar bi destdirêjiya sêksî, azar û îşkencekirina qurbaniyan û kuştina wan tohmetbar kir û dadgehê jî ew tohmet pesend kirin û proseya darizanda wî dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst