Moskow (Rûdaw) – Li Moskowê bazara Dara Noelê germ nîne, her çiqas ta serê salê heftiyek dem maye. Ev darên Qacê, ji herêmên cuda yên Rûsyayê têne paytextê. Yên ku herî di rewacê de ne, qacên ji herêmên nêzî Sîbîryayê ne. Lê darên herî ciwan, qacên Skandînavî tên jimartin. Ji xwe bihaya wan jî, ji yên din girantir e.
Ji bo Rûsan, xemilandina Dara Noelê di serê salê de nêrîta herî sereke ye. Û ji bo bijartina darê jî, bi giştî, bi malbatî tên bazarê. Lê diyar e, îsal ji salên din cudatir e. Gelek kes ji bazarê destvala vedigerin.
Larîsa Sergeyeva, kebaniya malê, dibêje, “Ez bi nêrîtên Rûsî re girêdayîme. Divê li malê dara siruştî bê danîn. Lê mixabin, îsal ne nêrît maye, ne pîrozbahî. Ez nikarim bi vê bihayê dara siruştî bikirim. Dara plastik jî bi min navê. Dibe ku piştî çend rojan yên siruştî erzantir bibin. Lewma, ez niha nakirim.”
Bê guman, darên plastîk zêdetir tên firotin. Her reng û her şêwaz li her derê berdest e. Ji xwe li dikanan, darên plastîk li gel pêlîstok û çilçirayan tên firotin.
Yelena Îvanova, firoşkara dara Noel û pêlîstokan, diyar dike, “Bazar nîne. Darên siruştî giran in. Her kes dixwaze tiştên erzan bikire. Zêdetir darên plastîk tên firotin. Lê her kes dixwaze mala xwe bixemilîne. Lewma jî herî zêde lambe û çilçira dikirin. Qet nebe, dixwazin li male xwe avhewayeke Krîsmîsê saz bikin.”
Ji bilî hindurê malan, Darên Noelê li kolan û meydanên bajaran jî tên xemilandin. Lê, dara siruştî li Moskow, tenê li hewşa Kremlînê tê danîn.
Li gorî zanyariyên dezgehên jîngeparêz, li Rûsyayê her sal ji bo serê salê nêzî 100 hezar darên Qacê bi awayekî yasayî tên birrîn.
Lê hejmara birrîna neyasayî çendin qat zêdetir e. Û bi zanyariyên fermî, par di heyama pîrozbahiya serê salê de, bi bihaya nêzî 250 mîlyon dolar ziyan gihiştiye daristanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse