Civîna Astana tekez li ser yekîtiya Sûriyê kir

24-11-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê mijara civînê bû
Rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê mijara civînê bû
Nîşan Astane Rûsya Tirkiye Îran Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parastina yekparçetî û serweriya Sûriyê, domandina şerê dijî terorê, mehkûmkirina  hewlên cudaxwaziyê û damezirandina Rêveberiya Xweser, gefa bo ser ewlehiya welatên cîran û êrîşên derveyî sînoran, mijarên sereke yên civîna Astaneyê bûn. Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê  bo Karûbarên Sûriyê Aleksndr Lavrentyev go: “Hêvîdarin ku aliya Tirkiyê dê daxwazên me berçav bigrin û xwe ji operasyona zemînî dûr bigre.”

Parastina yekparî û serweriya Sûrî; domandina şerê dijî terorê; mehkûmkirina hewilên cudaxwazî û damezrîna rêveberiya xweser; gefxwarina ewlehiya welatên cîran û êrîşên derveyî sînoran; Ev tenê çend xalin ku di daxuyaniya hevbeş ya dewletên garantor  Rûsya,Tirkiye ûÎranê  de, piştî du roj danûstanan di çarçoveya 19mîn gera hevdîtinên Astana de cih girtine.

Her welatekî  garantor di rewşa Sûriyê de hewl daye ku daxwaziyên xwe di daxuyaniya dawiyê ya civînê de bicî bike.

Helwestên rastîn ên aliyan jî, di press-konfearansê de zelal bûn.

Nûnerê hikumta Sûrî herçend ji encamên danûstanan razî ma be jî, tevgera Tirkiyê li welatê xwe, weke  dagirkerî bi nav kir.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrî û Serokê Şanda Sûrî Ayman Susanî got: “Pêdiviya mijarê bi wesifkirinê tune ye, dagirkerî ji xwe dagirkerî ye, destdirêjî jî ji xwe destdirêjî ye û binpêkirina serweriyê jî ji xwe binpêkirina serweriyê ye. Bawer dikim ti xeyaleke we derbarê helwesta Sûriyê de li hemberî van kiryaran nîne. Ev yek cihê şermezariyê ye ji ber ku binpêkirineke eşkere ji yasaya navdewletî re ye û destdirêjî li serweriya Sûriyê û yekîtiya axa wê ye. Ji ber vê yekê pêdiviya helwesta Sûriyê derbarê vê mijarê de bi şîrovekirinê tune ye.”

Berovajî nêrîna şanda hikumetê, nûnerên opozîsyonê piştgirî dan êrîşên asimanî yên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Şanda Opozîsyona Sûrî Ehmed Samî got: “Mijareke wiha dema ku digihîje welatiyên sivîl û welatiyên sivîl di rewşeke dijwar de tên kuştin û di demeke hestiyar de, bê guman bertekên wê dê derbikevin. Ev rêxistina terorîst, em ti carî li wê naborin û baweriya me bi hevkarê me yê Tirkiyê re temam e ku dê bi erka xwe rabe û emê jî alîkariya wê bikin. Beriya niha jî min gotibû û ezê dîsa jî bêjim, em ê wan têk bibin.”

Serokê Şanda Rûsyayê, amaje bi êrîşên artêşa Îranê ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirkiyeyê ser Rojavayê Kurdistanê kir û pêwîstiya bi çareseriya pirsa Kurdî anî ziman.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê  bo Karûbarên Sûriyê Aleksndr Lavrentyev got: “Me li gel hevkarên xwe yên Îranî û Tirkî mijara bikaranîna hêzê leşrekî gotûbej kir. Hêvîdarin ku aliya Tirkiyê dê daxwazên me berçav bigrin û xwe ji operasyona zemînî dûr bigrin, lewre ew dê bibe sedema hîn zêdetir qurbaniyên sîvîlî. Herçi çareseriya pirsa Kurdî ye, li Sûrî; em han didin ku Kurdan nêzî Şamê bikin. Hêvî didkin ku rêveberiya Kurdan li Bakûr û Rojhilata Sûrî dê bîryareke rast bidin, li ser pêdiviya biyekbûna di nava Sûriyeke yekgirtî de.”

Lavrentyev herweha amaje kir ku beşdarîkirina Çînê û vegera Amerîkayê weke çavdêr di proseya Astana de dê gelek sûdmend baya.  Daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî jî ew bû, ku Komîteya Destûrî ya Sûrî di demekî nêz de kom bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst