Hikûmeta Sûriyê derbarê nûnertiya Rêveberiya Xweser de peyamek da Swîsre

24-08-2021
RÛDAW
Nîşan Nûnertiya Rêveberiya Xweser Swîsre Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Şamê bang li rayedarên Swîsreyê kir ku biryara destûra vekirina Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji nû ve binirxînin û got, ew li dijî yasayên navdewletî ye.

Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji welatê Swêsera kir, ku lêvegerekê di biryara xwe de li ser rêdana vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li wî welatî çêbike. Hikûmeta Sûriyê herwiha dibêje “ew rêdan wekî danpêdanekê ye bi Rêveberiya Xweser, ku statûyeke ne rewa ye.”

Wezareta Derve ya Sûriyê nameyeke fermî ji bo Wezareta Derve ya Swîsera re şand û tê de dibêje, ku vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li welatê Swîsera, ne pabendiya bi yasaya navdewletî ye.

Di nameya xwe de Wezareta Derve ya Sûriyê vekirina Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Swîsreyê weke destêwerdana di karûbarên xwe dibîne û dibêje wî welatî rêzg li serwerî û serxwebûna Sûriyê negirtiye.

Herweha hikûmeta Sûriyê di nameya xwe de ji bo Swîsere herwiha dibêje, ku Rêveberiya Xweser statûyeke ne rewa ye, û li deverên di bin kontrola xwe de, çek bi şêweyekî ne rewa li dijî dewleta Sûriyê û sivîlan rakiriye, û ti bingeha wê yasayî tune ye, û li dijî yasa, hikûmet û gelê Sûriyê kar dike.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Swîsreyê Hikmet Îbrahîm jî ji Radioya Rûdawê re derbarê mijarê de got: “Em li hemberî vê daxwaza rejîma Sûriyê matmayî nabin. Piştî ku Beşar Esed dîsa wek serokê Sûriyê hat hilbijartin û di dema sonda xwe de daxuyanî derbarê nanevendiyê de da, me bi erênî dît û me got ku dibe ku di gavên pratîk de jî were cîbicîkirin. Lê niha rejîma Sûrî xwe ji erkê xwe yê netewî dûr dixe û bi awayekî leşkerî li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser daxuyaniyan dide.”

Bi gotina Hikmet Îbrahîm artêşa Tirkiyê bi şev û roj axa wî welatî bombebaran û topbaran dike û wan tiştan nabîne, lê dikarî ligel Tirkiyê li dijî wan gavên Rêveberiya Xweser derbikeve.

Hikmet Îbrahîm got: “Aliyê ku Sûriyê parastî em in û yên ji bo berevaniya qurbanî dane her em in.”

Rêveberia Xweser ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di 9ê vê meha Tebaxê de, bi merasîmeke fermî, ofîsa nûnertiya xwe li li paytexta welatê Swîsera bajarê Cinêvê vekiribû.

Ofîsa li Cineva Swîsreyê, 7emîn nûnertiya Rêveberiya Xweser e li derveyî welat.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst