Polîsê Almanya: Zanyarî xelet bûn

24-07-2016
RÛDAW
Nîşan Almanya David Elî Sembolî Munchen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Polîsên Nehiştina Tawanan li Bavyera ragihand ku agahiyên derbarê êrîşkarê Munchenê xelet bûn û êrîşkar ev salek e amadekariya vê êrîşê dike.

 

Serokê Polîsên Nehiştina Tawanan li wilayeta Bavyera ya Almanyayê Roberet Hamberger derbarê êrîşa roja 22ê Tîrmehê ya li bajarê Mûnchenê daxuyaniyek nû belav kir û got:

 

“Êrîşkar ev salek bû amadekariya vê êrîşê dikir. Li gor encamên lêkolînan ku li ser kompîter û belgeyên din hatine kirin, êrîşkar ji havîna par ve plana êrîşek wiha amade dike.”

 

Êrîşkar nexweşê derûnî bû

 

Li gor gotina Rêveberiya Polîsên Almanyayê êrîşkar David Elî Sembolî ku bi rêgez Îranî ye, di sala 2015ê de ji bo 2 mehan di nexweşxaneya derûnî de, di bin kontrola doxtoran de maye.

 

Herwiha berpirsên Almanyayê jî diyar dikin ku Sembolî nexweşê xemokî bûye û tirsa wî ji pêwendî û hevaltiya li gel derdora xwe hebûye.

 

Mijara firotina çekan dikeve rojevê

 

Piştî êrîşa Munchenê siyasetmedarên vî welatî daxwaza sextkirina firohtina çekan dikin.

 

Derbarê mijarê de Cîgirê Rawêjkarê Almanyayê Zigmar Gabriel jî got:

 

“Ji bo sînordarkirina firotina çekan hemû gavên pêwîst diavêjin.”

 

Almanya yek ji wan welatan e ku bi firotina çekan bi tundî tê şopandin. Lê di heman demî de yek ji wan welatan e ku herî zêde welatiyên wê xwedan çekên ferdî ne.

 

Şeva 22ê Tîrmehê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchenê yê Almanya êrişeke çekdarî pêk hat û û di encamê de 9 kes hatin kuştin 21 kes jî birîndarbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst