Hewlêr (Rûdaw) Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî eşkere kir ku firokeya B-52 ya bombeavêj vegeriya ye navçeya Kendavê.
Rojnameya WSJ li ser zimanê çend berpirsên serbazî yên Amerîkî ser bi Pentagonê ku nexwestine navê wan were eşkerekirin, ragihandiye ku şandina firokeyê di çarçoveya dabînkirina asayîşa proseya vekişîna hêzên Amerîkayê de ye ji Efxanistanê ku biryar e destpêka meha Gulana îsal destpê bike.
Wan berpirsên Amerîkî eşkere kirine ku bi şandina firokeya B-52 Amerîka dixwaze peyamekê ji Talîban re bişîne ku Washington gelekî dixwaze bêyî ti pirsgirêkeke emnî hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne.
Firokeya B-52 ya Amerîkî yek ji mezintirîn û girîngtirîn firokeyên şer ên Amerîkayê ye ku şiyana wê ya hilgirtina serikên etomî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse