Konfransa Bruksel-2 bo alîkariya koçberên sûrî dest bi karên xwe kir

24-04-2018
RÛDAW
Nîşan Konfransa Bruksel-2 Yekîtiya Ewropa Koçberên sûrî
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Îro Sêşemî 24ê Nîsana 2018ê Konferansa Bruksel-2 ji bo alîkariya qurbaniyên şer li Sûriyê destpê kir û dê heta sibe 25ê mehê berdewam bike.

 

Di konferansa Bruksel-2 de dê mijarên girêdayî rewşa koçber û penaberan bêne behskirin. Rêxistin û welatên ku wê alîkariyan pêşkêş bikin, di vê konferansê de beşdar dibin.

 

Bêhtirî 80 şandên rêxistinên navdewletî û nûnerên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî, di vê konferansê de, beşdar bûne.

 

Herwiha di vê konferansê de bêhtirî 200 rêxistinên sivîl ên nehikûmî, awayê pêşkêşkirina alîkariyan gotûbêj dikin.

 

Sibe 25ê Nîsanê jî li ser asta wezîrên dewletan û aliyên ku alîkariyê pêkêş dikin, dê çend civîn bêne lidarxistin.

 

Li gorî zanyariyên rêxistinên navdewletî 13 milyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene. Herwiha di navbera 5 heta 6 milyon koçberên sûrî, weke penaber li welatên derdora Sûriyê hatine tomarkirin û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

 

Sala 2017an, aliyên beşdar di konferansa Bruksel-1 de soz dabûn, ku 6 milyar dolar di wê salê de weke alîkarî bo koçber û penaberên sûrî pêşkêş bikin.

 

Yekîtiya Ewropayê hêvî dike, ku îsal alîkariyên zêdetir ji koçberên sûrî re were komkirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê aliyê sereke ne, di pêşkêşkirina alîkariyan de.

 

Li gorî ragihandina wan welatan, ji sala 2011an ve wan bêhtirî 10.6 milyar euro, yanî 13 milyar dolar alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên sûrî kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst