Tirkiyê Awisturya tehdît kir

24-04-2015
RÛDAW
Nîşan Die Presse Awisturya Ermeniyan Hikûmeta Tirkiyê
A+ A-

 

Dusseldorf (Rûdaw) - Piştî ku sêşema borî Parlementoya Awisturyayê jenosîda Ermeniyan qebûl kir, Tirkiyê destpêkê çarşemê balyozê xwe ji Awisturyayê vekişand, niha jî li ser “cezayên aborî“ li hemberî Awisturyayê difikire.

 

Li gor rojnameya awisturyayî “Die Presse“, Tirkiye piştî naskirina “qirkirina” Ermeniyan weke jenosîd ji aliyê Parlementoya Awisturyayê ve, niha li ser cezakirina aborî û “gavên din“ li hemberî Awisturyayê difikire. Vê gavê 650 şîrketên Awisturyayê li Tirkiyê kar dikin û li gor “Die Presse“, niha Wezareta Derve ya Awisturyayê çaverêyî embargoyan e li hemberî şîrketên Awisturyayê.

 

Piştî paşvekişandina balyozê xwe Mehmet Hasan Gogus ji Awisturyayê, Hikûmeta Tirkiyê diyar kiribû ku ev gava Parlementoya Awisturyayê wê berdewam zirarê bigihîne pêwendiyên herdu welatan.

Li gor “Die Presse“, wezîrê derve yê Awisturyayê Sebastian Kurz duh ji ber nerazîbûna Tirkiyê li hemberî biryara Parlementoya Awisturyayê bi rêya telefonê pêwendî bi hevpîşeyê xwe yê tirk Mevut Çavuşoglu re daniye û ji wî re diyar kiriye ku ev biryar bi razîbûna hemû partiyên Parlementoya Awisturyayê hatiye standin û “divê hurmet ji biryara Parlementoya Awisturyayê re bê girtin.“ 

Komeleyên Tirkan yên li Awisturyayê ji bo îro bangî meşeke nerazîbûnê li hemberi “derewên jenosîdê“ li Viyenaya paytexta Awisturyayê kirine. Tê çaverêkirin ku bi hezaran Tirkên niştecihên Awisturyayê li pêş Parlementoya Awisturyayê nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst