HAT NÛKIRIN - Li Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kirin

23-12-2022
RÛDAW
Li Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kirin
Li Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kirin
Nîşan Parîs Êriş Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes birîndar bûne, rewşa 2 birîndaran giran e.

Îro Înê li Parîsê dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat û li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes birîndar bûne, rewşa 2 birîndaran giran e.

Her wiha Ajansa fermî ya Fransayê AFPê jî ragihand ku di êrîşê de 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gorî polîsê Parîsê piştî erîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, zilamekî ku tê texmînkirin temenê wî 69 salî ye, ji aliyê polîsan ve tevî çeka xwe hatiye desteserkirin û daxwaz ji welatiyan tê kirin ku xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.

Niştecihê taxê Emmanuel Boujenan got ku êrîşkar di kuaforê de hatiye girtin.

Şahidekî bûyerê anî ziman ku kesên ku bi tirs û xof bang li polîsan kirin û îşaret bi kuaforê kirin û gotin, "Li hundir e, li hundir e, herin hundir."

"Em navên 2 kesan bi teqezî dizanin"

Şahidê bûyerê Îbrahîm Seydo beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser êrîşê got, “Êrîş 5 xulekan dewam kiriye, 8 kes birîndar bibûm lê 3 ji wan şehîd ketin ku hemû jî Kurd in.”

Îbrahîm Seydo li ser nasnameya kesên ku canê xwe ji dest dane anî ziman, “Kesên ku canê xwe ji dest dane, çalakvanên doza Kurdî ne û hunermend in, kesên sivîl ên civaka Kurdî ne. Em navên 2 kesan bi teqezî dizanin ku yek ji wan navê wê Evîn e, yek jî hunermend Mîr Perwer e. Hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne. Li ser birîndaran zanyariyeke zelal nîne lê bi qasî ku polîsên Fransî dan zanîn, rewşa wan ne pir xirab e ku her 3 jî mêr in. Kesên ku canê xwe ji dest dane 1 jin e û 2 zilam in.”

Îbrahîm Seydo her wiha anî ziman, "Li gor dîmenên di destên me de êrîşkar profesyonel e, bi plan hatiye û çenteyê wî tije şarjor bûn. Hatibû ku berê xwe bide hemû dikanên Kurdan ku li vir komkujiyeke pir mezin pêk bîne. Demançeyek di destê wî de bû lê gelek şarjor pê re bûn, bi qasî ku em dizanin 2 şarjor vala kirine. Piştî êrîşî navendê kiriye berê xwe daye dikaneke li hember jî û wan xortên Kurd jî bikuje lê wan xwe avêtine ser wî û ew girtine."

Her wiha şahidekî bûyerê ku li deverê esnaf e ji AFPyê re got ku wan “Dengê 7-8 guleyan bihîstine. Rewşa tirsê çêbû. Em ketin hundir me derî li ser xwe girt.”

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye û wiha berdewam kir, “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye."

Hat ragihandin ku dozgerên Antî-Terorê bi lêkolîneran re di têkiliyê de ne lê di vê qonaxê de ti nîşanek ji armancek terorîstî nîşan nedane.

Êrîşkar berê jî êrîşeke bi şûr kiriye

Hat ragihandin êrîşkar di 8ê Kanûna 2021an da bi şûr êrîşî kampeke koçberan a li herêma 12emîn a Parîsê kiriye û bi tohmeta "êrîşa nîjadperest a bi gulebaranê" lêpirsînkirin hatiye destpêkirin û paşê hat bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.

Êrîşkarê ku piştî êrîşa bi şûr hat girtin, di 12ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî ji girtîgehê hatiye berdan û hilgirtina çekê lê hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst