Amerîka daxwaza lêkolîna bikaranîna dronên Îranî li Ukranyayê dike

23-10-2022
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Amerîka Rûsya Ukrayna Dronên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di van rojên dawî de, dronên Îranê bûne çekek girîng ji bo Rûsyayê, ku ew wek beşek ji êrîşên berfireh li seranserê Ukraynayê li dijî binesaziya elektrîkê û armancên din ên sivîl bikar aniye. Li ser vê yekê Amerîka daxwaza lêkolînkirina bikaranîna dronên Îranî li bajarên Ukranya dike.

Artêşa Ukraynayê li nav axa xwe dronekê xistiye xwar û bi gotina wan ew dron a Îranê ye û dibêje: Bi zimanê Farisî zanyarî li ser vê Dronê hatine nivîsandin.

Ajansa Îstixbarata Artêşa Ukraynayê ragihand "Ev Dron ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatiye xistin û ketiye nav derya yê, dema me derxist, me dît li ser pişta wê bi zimanê Farisî nivîsîn e. Diyar e Rûsan û Îraniyan nivîs nedîtine. Haya wan jê nebû ye."

Ew aramiya ku heta astekê li naverast û rojavayê Ukrayna hebû; niha nema ye û îran bi têkdana vê aramiyê tê tohmetbar kirin.

Welatiyê Ukraynayê Nikita dibêje "Bûyer bi awayek bilez diguherin; demek dirêj bû dengê teqînan nedihat, niha deng zêde bûne, em di nûçeyan de dibînin ku Rûsya dronên Îranî bikar tîne û me bombabaran dike."

Ev mijar ketiye qonaxeke cidî û heta astekê, metirsîdar de; Washington û hevpeymanên wê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dosya vekirin.

Cêgirê Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Jeffrey DeLaurentis got "Îran Dronên Muhacir û Şahîd şandine ji Rûsyayê re. Rûsya wan Dronan li dijî Ukrayna bikartîne, yek ji van êrişan jî ya roja 10ê Cotmehê kirî ser xelkê Kieva Ukrayna ye."

Welatên endamên NATO daxwaz dikin bikaranîna dronên Îranî di şerê Ukraynayê de were lêkolîn kirin û dibêjin, belgeyên wan hene ku efserên Îranî li girava Kirimê alîkariya Rûsan kirine di bikaranîna dronan de li dijî Ukraynayê.

Lê wezareta Derve ya Îranê van tohmetan ret dike û dibêje ku wan ti Dron nefirotine Rûsyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst