Wezîrê Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê bo Rûdawê: civîna Neteweyên Yekbûyî derfeteke bo Lîberiyayê

23-09-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Wezîrê Karûbarên Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê, Ledgerhood Julius Rennie
Wezîrê Karûbarên Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê, Ledgerhood Julius Rennie
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karûbarên Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê, Ledgerhood Julius Rennie ji Rûdawê re ragihand, civîna salane ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derfeteke bo Lîberiyayê “daku em derbarê hemû wan pirsgirêkan de biaxivin ku tûşî welatê me bûne.”

Ledgerhood Julius Rennie, roja Çarşembê 21ê Îlona 2022an di dema beşdariya di civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê ji Rûdawê re axivî û got, “Lîberiya dixwaze aştî li cîhanê çêbibe daku bazirganî li seranserê cîhanê pêşbikeve.”

Komara Lîberiya dikeve parzemîna Afrîqayê, di navbera salên 1980 heta 2003 de şerê navxweyî li wî welatî hebû ku di encam de 250 hezar kes hatin kuştin.

Naveroka pirsên Rûdawê û bersivên Wezîrê Karûbarên Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê

Rûdaw: Îsal Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî zêdetir bi rewşa Ukraynayê re mijûl bû, giringiya civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bo Lîberiyayê çî ye?

Ledgerhood Julius Rennie: Civîn bo Lîberiyayê derfetek e daku em derbarê hemû wan pirsgirêkan biaxivin ku welatê me tê re derbas bûye û wan pêşketinan ku wek hikûmet me bidestxistiye ber bi armanca me ya pêşketinê. Serok George Weya hewl dide bala cîhanê bikşîne ser wan pêşketinên ku piştî şerê navxwe bidestketine. Em dê welatê xwe avedan bikin û astengiyan derbas bikin. Em hewl didin pêşbiekvin û aboriyekê ava bikin ku gelê me pêş bixe.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ew e, gelek welat nîgeran in ku şerê Ukrayna-Rûsyayê hemû alî li Neteweyên Yekbûyî mijûlî xwe kiriye û fokusa li ser geşedana welatên din daye alî, gelo ew ji bo we li Lîberiyayê ne cihê nîgeraniyê ye?

Ledgerhood Julius Rennie: Bê guman, Lîberiya beşek e ji civaka navdewletî, ya ku li tevaya cîhanê diqewime bandora wê li Lîberayayê jî heye. Em wek Lîberiya hemû hewlên xwe didin ku yekgirtî bin di wan hewlên derbarê çareserkirina şerê Ukrayanyê û rojhilatê Ewropayê de tên dayîn. Lê di dawî de wek pabendiyeke welatan, Lîberiya berdewam dibe li ser bangewaziya bo aştiyê li cîhanê, çimku bêyî aştiyê me dê cîhaneke baştir nebe, lewra Lîberiya baweriya wê bi aştiyê heye û dixwaze şer bi dawî bibe, daku bazirganî li seranserê cîhanê pêşbikeve, ew jî dikare armanceke serke ya civaka navdewletî be bi rêya Neteweyên Yekbûyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst