Îro li Spanyayê hilbijartinên giştî tên lidarxistin

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Spanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Spanyayê hilbijartin giştî yên pêşwext tên lidarxistin. Li gorî pêşbîniyan, li Spanyayê dê rastgir bên ser desthilatê.

Serokê Partiya Sosyalîst û Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchezê ku ji Hezîrana 2018an ve li ser deshilatê ye wek “Qumarbazê Siyasî” tê binavkirin. Lê eger pêşbînî rast derkevin dê partiya rastgir, kursiyên wî kêm bike.

Serokwezîrê Spanya û Berbijêrê Partiya Sosyalîst Pedro Sanchez got “Partiya Sosyalîst bi ser dikeve û Partiya Gel wenda dike û VOX jî bin dikeve. Pêşketin ser dikeve; paşketin bin dikeve.”

Li gor pêşbîniyên ku ji aliyê rojnameya EL PAIS ve hatine belavkirin, Partiya Gel ku partiyeke Konservativ e, ligel Partiya VOX ku partiyeke rastgir e û Sanchez jê ditirse, piraniya dengan bidest naxin. Lê eger heye ev herdû partî bo avakirina hikûmetê hev bigrin û bibin barûta zêdetir di nav wê embara rastgiriyê de ku beşeke Ewropayê li xwe girtiye.

Serokê Partiya Gel Alberto Nunez Feijoo dibêje “Ez û pişt êş gihiştin dawiya propagandeya hilbijartinê. Ev bi carekê çêbû çima, dersa yekem bo, me fêrî serdema nû dike ku Yekşemê destpê dike. Ders jî ew e, eger ez pişta xwe jî li ser deynim divê em wê yekê bidest bixin.”

Eger Partiya Gel û Partiya VOX di hilbijartinê de biser bikevin û hevbigrin, dê cara yekem partiya rastgir bê ser deshilatê piştî bidawîbûna desthilata Fransisco Franco di sala 1975an de ku li Spanya wek diktator tê naskirin.

Hatina VOX a ser deshilatê ku wek partiyeke neteweperest tê naskirin, tê wateya sînordarkirina rêyên çûna koçberan bo wî welatî û dijayetiya femînîstan yanî çalakvanên mafê jinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst