Jiyan Omer: Berlîn dê salane 600 penaberan werbigire

23-06-2022
RÛDAW
Jiyan Omer: Berlîn dê salane 600 penaberan werbigire
Jiyan Omer: Berlîn dê salane 600 penaberan werbigire
Nîşan Berlîn Lubnan Penaberên Sûrî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 108 Penaberên Sûrî yên ku Kurd jî di nav de hene, ji Libnanê bo Berlînê hatin birin, Parlamentoya Herêma Berlînê jî biryar daye ku her sal 600 penaberan bibe.

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê IOM li Almanya ragihand ku wan 108 penaberên Sûrî ku navên xwe tomar kiribûn, birine Berlînê.

Parlamenterê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê yê Herêma Berlînê Jiyan Omer ji Rûdawê re got, di nav wan penaberan de Kurdên xelkê Efrînê jî hene.

Jiyan Omer dibêje, wan îro li Parlamentoya Herêma Berlînê biryar dane hejmara wergirtina penaberan ji 100 kesî di salekê de bikin 600 kes.

Jiyan Omer got, “Penaberên ku rewşa wan gelekî xirab e dê bi rêya Neteweyên Yekbûyî bînin Berlînê û me gelekî hewl da ku em hejmara penaberên ku salane Herêma Berlînê werdigire ji 100 kesî rakine 600 kesan.”

Jiyan Omer diyar kir ku rewşa penaberan li Lubnanê gelekî xirab e lewma ew dixwazin salane hejmareke zêde ya penaberan ji Lubnanê bibine Almanyayê.

Jiyan Omer li ser pirsa derfet heye ku penaberên li Başûrê Kurdistanê jî dikarin beşdarî bernameyê bibin got, “Bernameya Lubnanê berî 2 salan biryara wê hatiye girtin lê em dixwazin çend bernameyên din jî dest pê bikin ji ber ku penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê jî hene. Di nav penaberên ku ji Lubnanê gihîştine Berlînê yên Kurd jî hene ku malbateke Efrînî xwe gihîştande min.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst