Tirkiye welatiyên xwe yên li Sûdanê vedigerîne

23-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sûdan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Tirkiyê ya li Xertûm a Sûdanê ragihand ku welatiyên Tirkiyê yên ku ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de dixwazin vegerin welatê xwe, dê ji wî welatî bên derxistin.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Tikriyê de hatiye gotin, “Di encama nirxandinên ewlehiyê yên ku ji ber şer û pevçûnên ku li seranserê Sûdanê diqewimin de, biryar hatiye dayîn ku welatiyên Tirkiyê bi taybetî yên li herêmên pevçûnan asê mane li ser welatê sêyem re îro 23ê Nîsanê bo Tirkiyê bên vegerandin.”

Balyozxaneya Tirkiyê ya li Sûdanê dibêje, “Welatiyên ku dê bên vegustin, divê li gorî rêwîtiya ku tê çaverêkirin 22 û 24 demjimêran berdewam bike, pêlav û cil û bergên rehet li xwe bikin û pasaport û belgeyên nasnameyê û her wiha barê wan xwarin û av jî di nav de divê 8 kîlo be.”

Her wiha sê navend wek cihê birêketinê hatine diyar kirin û dibêje, “Cihê 1emîn: Rotana, Otela El Selam demjimêr 06:00 birê dikevin, Cihê 2emîn: Mizgefta Nûr, Kafûrî demjimêr 06:30 birê dikevin, Cihê 3yemîn: Wad Civil demjimêr 07:30 sibê bi rê dikevin.”

Di heman demê de balyozxaneyê daxwaz kiriye welatiyên Tirkiyê yên li Sûdanê mane û dixwazin derkevin hesabên wan ên medya civakî ji nêz ve bişopînin û bi wê rêyê xwe bigihînin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst