Kim Jong Un bersiva nameya Beşar Esed da

23-04-2020
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Kim Jong Un
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku Rêberê Koreya Bakur demeke zêde ye di medyaya welatê xwe de û li cihên giştî nayê dîtin û derbarê rewşa tendirustiya wî de guman zêde dibin, ajansa fermî ya wî welatî ragihandiye, Kim Jong Un bersiva nameya Serokê Sûriyê Beşar Esed daye.

Li gor agahiyan, wiha dixuye ku Beşar Esed di nameya xwe y abo Kim Jong Un de 108mîn salvegera bapîrê wî pîroz kiribe.

Merasima bîranîna jidayikbûna Kim Îl Sung ku damezrênerê Koreya Bakur e, îsal bêyî beşdariya Kim Jon Un ku neviyê wî ye, hat lidarxistin.

Beriya sê rojan kanala CNN ji zarê berprisekî Amerîkayê ku navê wî nehatibû aşkerekirin, ragihandibû ku rewşa tendirustiya Rêberê Koreya Bakur xirab e û neştergerî jê re hatiye kirin, lê belê berpirsên hikûmeta Koreya Başûr gotibûn, wan ti rewşeke ne asayî li Koreya Bakur nedîtiye.

Ajansa fermî ya Koreya Bakur (KCNA) herwiha diyar kiriye, ku Kim Jong Un di bersiva nameyê de, “gelek spasiya” Esed kiriye û hêvî kiriye, ku peywendiyên herdu aliyan ji berê bihêztir bibin.

Rêberê Koreya Bakur herwiha ji Beşar Esed re “hêviya tendirustiyê û serkevtina bêtir di karên xwe de” kiriye.

Herî dawî dîmenên Rêberê Koreya Bakur du heftî beriya niha di medyaya Koreya Bakur de hatibû nîşandan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî derbarê rewşa tendirustiya Kim Jon Un de bertek nîşan dabû û gotibû, “em tiştekê li ser nizanin” û tekez kiribû, “tenê wê yekê bibêjim ku ez jê re hêviya tendirustiye baş dixwazim.”

Di sala 2014an de jî Kim Jon Un zêdetir ji mehekê derneket û piştre dîmenên wî di medyaya Koreya Bakur de hatin weşandin, ku di lingekî xwe dikuliya. Saziya Istixbarata Koreya Başûr wê demê ragihand, ku Kim di piyê xwe de hatiye neştergerîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst