HILBIJARTINÊN ALMANYAYÊ - Li gorî encamên destpêkê CDU bû partiya yekem

23-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Almanyayê CDU Parlamentoya Almanyayê AFD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Federal a Almanyayê de Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) ji sedî 29ê dengan bi dest xistin û bû partiya yekem.

Dengdana hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Almanyayê bi dema Almanyayê saet 18:00an bi dawî bû.

Mafê dengdanê yê 59,2 mîlyon kesan hebû.

Li gorî encamên destpêkê CDUyê ji sedî 29ê dengan standin û bi ser ket. Li gorî hilbijartinên sala 2021ê rêjeya dengên CDUyê ji sedî 4,9 zêdetir bûye.

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku xwedî nêrîneke rastgir a tund e ji sedî 19,5ê dengan bi dest xistin û bû partiya duyem.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Serokwezîr Olaf Scholz ji sedî 16ê dengan bi dest xistin û bû sêyem.

Li gorî hilbijartina berê SPDyê ji sedî 9,7ê dengên xwe kêm kirine.

Partiya Keskan jî ji sedî 13,5ê deng bi dest xistin û li gorî hilbijartinên 2021ê dengên wê ji sedî 1,2 kêm bûne.

Partiya Çep ji sedî 8,5, Partiya Demokrat a Azad (FDP) ji sedî 4,9 û Hevpeymaniya Sara Wagenknecht jî ji sedî 4,7ê dengan bi dest xistin.

Li gorî encamên destpêkê, di parlementoya federal de belavbûna dengan wiha ye:

- CDU/CSU: 211 kursî

- AfD: 142 kursî 

- SPD: 116 kursî

- Kesk: 98 kursî

- Partiya Çep: 62 kursî

Her wiha rêjeya beşdariya hilbijartinan jî sedî 84 bûye. Ji sala 1990î vir ve xelk bi wê rêjeyê beşdarî hilbijatinan nebûbû.

Li gorî encamên destpêkê ti partî bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike û neçarin bi hev re koalîsyonê pêk bînin.

Senaryoyên koalîsyonê yên derdikevin pêş ev in:

- CDU + SPD

- CDU + SPD + Partiyan Keskan

- CDU + Partiya Keskan + Partiya Demokrat a Azad (FDP)

- CDU + SPD + FDP

- SPD + FDP + Partiya Keskan

Hemû partî tekez dikin ku dê bi AfDyê re koalîsyonê pêk neyînin. Li Almanyayê hikûmeta berê ji koalîsyona CDU, Partiya Keskan û FDPyê pêk dihat ku wekî "Koalîsyona Çiraya Trafîkê" dihat zanîn.

Tê texmînkirin ku avakirina hikûmeta nû dibe ku hefteyan û heta mehan berdewam bike lê belê mijara sereke ew e ka dê li ser siyaseta koçberî û aboriyê çi rêkeftin bên kirin.

Almanya, piştî encamên hilbijartinan bi avahiya xwe ya nû ya siyasî, dibe ku hem di siyaseta hundir û hem jî ya derve de bikeve pêvajoyeke guhertinên cidî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst