ALMANYA - Li dijî partiyên rastgir daketin kolanan

04-02-2025
RÛDAW
Xwepêşanderên Berlînê\ Wêne: AA
Xwepêşanderên Berlînê\ Wêne: AA
Nîşan Almanya AfD CDU Xwepêşandan Berlîn Pirsgirêkên Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî yên Almanyayê pirsgirêka penaberan kiriye bangeşeya hilbijartinan û bi hezaran xwepêşander jî li dijî polîtîkayên partiyan derketin kolanên Berlînê.

Xwepêşander dibêjin mafê her kesî heye were Almanyayê û nabe sînor bên girtin.

Bi hezaran xwedpêşanderên Alman çûne ser cadeyên bajarê Berlînê û dijberiya xwe ji bo siyaseta Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) anîn ziman.

AfD partiyeke rastgir a Almanyayê ye û dengên wê zêde bûne. Her wiha wê dijî penaberan dest bi kampanyayên kiriye.

Xwepêşanderan li meydanan helwesta Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) jî şermezar kir.

Li gorî gotina xwepêşanderan CDU tevî partiyên rastgir û tundrew li dijî penaberan kar dike.

“Ez ditirsim partiyên tundrew jiyana me bikin cehenem”

AfD soza wê yekê dide ku dê tedbîran dijî koçberan tundtir bike û sînoran bigire û dê wan dersînor jî bike.

Xwepêşanderê bi nave Tom got, ”Em ditirsin ev partiyên tundrew û rastgir li Almanyayê bi hêz bibin û jiyana me bikin cehenem.

Ez bextewer im ku Almanî me û pasporta min a Almanyayê heye lê piranî ne wiha ne û xema welatiyan dixwin.”

“Nabe sînor bên girtin”

Xwepêşanderê bi nave Alison jî behsa mafê penaberiyê kir û got:

“Rastî ew e ku li Almanyayê di destûrê de mafê wergirtina penaberiyê heye û mafê hemû kesî jî heye berê xwe bide welat û daxwaza mafê penaberiyê bike.

Nabe bi ti sedemê sînor bên girtin, ji ber vê demê bi rastî pêwîstiya vî xelkê bi parastinê heye.”

Li gorî encamên rapirsiyên hilbijartinên 23yê vê mehê de tê pêşbînîkirin ku vê carê AfD deng û hejmara kursiyên xwe zêde bike.

AfD: Em li ser bernameya xwe rijd in

AfDya tundrew di hilbijartina berê de li parlamentoyê bûbû xwediyê 76 kursiyan.

Serokê Frakisyona AFDyê Bernard Beuman diyar kir ku ew dê poşman nebin û wiha got:

“Niha divê hemû dengder baş wê yekê fêm bikin, tenê bi AfDyê re guherînên bingehîn di siyaseta koçberan de tê kirin.

Em li ser armancên xwe rijd in û poşman jî nabin.”

Her çend berpirsên AfDyê di bangeşeyên xwe de dijberiya penaberan bikin jî nerazîbûnên girseyî yên xwepêşanderan jî berdewam dikin.

Di 24 demjimêrên borî de li bajarên wekî Koln û Berlîna paytexta Almanyayê zêdeyî 250 hezar xwepêşander dijî AfDyê meşiyan.

Kampanyaya AfDyê ya dijî penaberan

CDUyê çarşema borî (29.01.2025) li dijî penbaberan projeyasayek bir Parlamentoya Federal a Almanyayê.

Projeyasaya AfDyê bi 350 dengan li hemberî 338 dengan hat redkirin.

Projeyasayê ji bo rêlibergirtina penaberan û sînordarkirina penaberiya neyasayî hinek tedbîrên tund li xwe digirtin. 

Projeyasayê daxwaza danîna xalên kontrolê yên berdewam li ser sînoran û sûcdarkirina kesên ku bê vîze tên Almanyayê dikir.

AfDyê li dijî malbatên penaber kampanyayek bi rê xistiye û ji wan re bilêtên yekalî yên ji bo derketina ji Almanyayê dişîne.

Gelek ji van malbatan zêdetirî 50 salan e li Almanyayê ne û neviyên wan jî li wir ji dayîk bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst