Sibe li Almanyayê hilbijartin hene: Koçber li devê topê ne

22-02-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hilbijartinên Almanyayê Koçber AfD CDU SPD
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Almanya di nav germahiya propagandaya hilbijartineke pêşwext de ye. Kolan bi dirûşmên partiyan û wêneyên namzedan hatine nixumandin.

Vê carê mijara koçber û penaberan bandor li ser kampanya hilbijartinê kiriye û bûye mijareke germ.

Piştî êrişa penaberekî Efxanî ya Almanyayê, koçber ketin ber devê topa partiyên radîkal ên wî welatî.

Pirsa koçberan qet wekî vê hilbijartinê nebûbû mijara germ a propagandayê.

Ji ber êrişên terorîstî dengê nerazîbûnê bilind bûye û behsa perçebûna civakê tê kirin.

Partiya rastgir a radîkal Alternatîv ji bo Almanyayê (AfD) dixwaze tedbîr bên zêdekirin.

Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) heman pirs wekî projeyasa bir parlamentoyê lê bi ser neket.

Pirsgirêk ji wê yekê aloztir e ku partî behs dikin. Rûdaw li parlamentoya Almanyayê bi berpirsên bilind ên partiyan re axivî da ku bizane ka dê çawa xwe ji vê pirsê rizgar bikin.

Hejmara koçberan rekor şikandiye û parti hawar dikin

3,48 milyon koçber li Almanyayê dijîn. Yek milyon û 18 hezar ji wan xelkê Ukraynayê ne. Yên din piranî xelkê Sûriye û Efxanistanê ne.

Rekor hatiye şikandin û Almanyayê ji sala 1950î ve ev yek nedîtiye.

Li ser ajandaya kampanyaya hilbijartinê ya hemû partiyan ji çep heta rast, nakokî li ser rêbaza rast a di siyaseta koçberiyê de ku bi salan e di germahiyê de ye, niha mezintir bûye.

Parti hawar dikin û dibêjin herêm, şaredarî, dibistan û kerta xanî nikarin wê rêjeya koçber û penaberan hilgirin.

Parti daxwaza çareseriyekê ji bo sînordarkirina hatina koçberan bi taybetî koçberên neyasayî dikin. Her yek pêşniyarek ji bo vê pirsê heye.

Helwesta AfDyê

Fraksiyona partiya AfDyê ya li parlamentoya federal a Almanyayê ku partiyeke rastgir a radîkal e xwedî 76 kursiyan e. Li sê herêmên Almanyayê bûne yekem û duyem hêza herî xurt.

Niha jî li gorî rapirsiyên bi sedî 21ê dengan bi dest tîne. Tê gotin ev yek ji ber siyaseta wan a tund a dijî koçberan e.

Berdevkê Siyaseta Navxwe ya fraksiyona AfDyê Martin Hess ji Rûdawê re got:

"Ya ku em li dijî wê ne, koça bikom a neyasayî ye ku encamên wêranker ji bo Almanyayê hene.

Di nav van milyonan kesan de, hejmareke berbiçav a Îslamî hene ku li vir êrişên terorîstî dikin.

Hejmareke berbiçav a tundajo hene. Li zêdebûna sûcên kêran bifikirin, li zêdebûna sûcên seksî bifikirin. Em  van naxwazin."

Her wiha Mess got, "Her kesê ku sînorên xwe bi cih bihêle, ewlehiya xwe bi cih dihêle û em dixwazin dawî li vê yekê bînin.

Em naxwazin kesên ku naxwazin li gel me bijîn lê li dijî me dijîn û ramanên Îslamî hene û dixwazin di xîlafetê de bijîn li vir bin. Her kesê ku tiştên wiha bixwaze, li Almanyayê cihê wî nabe."

Mess tekezî li ser wê yekê kir ku ew civakên teyîsî qebûl nakin û got:

"Em dixwazin li vir li Almanyayê çanda me were peyrewkirin û sîstema me ya yasayî were bicihkirin. Em di vê yekê de ti sazişê nakin.

Her kesê ku bixwaze di xîlafetê de bijî, bila here cihê ku ew cûre sîstema dewletê lê heye. Almanya bi dilniyayî dê cihê şaş be ji bo wan."

"Koçber ji bo sûdwergirtina ji xizmetguzariyên civakî tên û Almanyayê ber bi hilweşîna darayî ve dibin"

Di propagandaya hilbijartinê de, Alice Weidel, seroka Partiya AFDyê dirûşma dijî koçberan bilind dike û daxwaza guherîneke 180 derece di siyaseta koçberan de dike, ji ber ku ew bawer dikin bi awayekî din, nikarin ewlehiyê li Almanyayê pêk bînin.

Ji ber vê partî daxwaza kontrolkirina sînorên Almanyayê dike.

Redkirina koçberên neyasayî her li ser sînor, dersînorkirina wan kesên ku sûc kirine, her wiha vegerandina wan Sûriyeyiyên ku ji destê rejîma Esed reviyane û li Almanyayê mafê penaberiyê wergirtine, di nav daxwazên wan de ne.

Martin Hess wiha pê de çû:

"Bi rastî em çaverê dikin ew Sûriyeyiyên ku ji ber Esed reviyane û niha Esed di desthilatê de nemaye, vegerin welatê xwe û beşdarî avakirina wê bikin.

Mafê jiyaneke bêpirsgirêk tune, ji ber ku gelek partiyên din dîsa dibêjin divê em li bendê bin ka rewşa Sûriyeyê çawa pêş dikeve. Na, ne wisa ye, sedema revê nemaye.

Wê demê mafê mayîna li Almanyayê jî namîne, ji ber vê çaverêkirina me gelekî zelal e, ew kes divê vegerin welatê xwe û li wir jiyaneke guncaw ava bikin.

Her wiha, wek hûn jî dizanin, hejmareke zêde ji van kesan ne ji bo avakirina jiyana xwe lê ji bo sûdwergirtina ji xizmetguzariyên civakî tên, ev jî Almanyayê dibe ber bi hilweşîna darayî ve."

Nakokiya partiyan li ser koçberan

Ne tenê Partiya AfD daxwaza tundkirina rêkarên dijî koçberan dike lê partiya Xiristiyan a Demokrat û partiya Azadî û Demokrasî jî bi heman şêweyê.

Her wiha partiya AfD berdewam partiya Xiristiyan a Demokrat tawanbar dike bi vê yekê ku "bernameya tundkirina rêkarên dijî koçberan ên me bi tevahî kopî kirine û heta guherînekê jî tê de nekirine."

Ew projeyasaya ku partiya Xiristiyan a Demokrat di dawîn rûniştinên parlamentoya federal de birine nav parlamentoyê, di rûniştina yekem de partiya cîgir, partiya Lîberalan deng dayê û bû projeyasa.

Ev jî bû sedema erdhejeke siyasî li Almanyayê, ji ber ku cara yekem e di dîroka Almanyayê de tabloyeke bi vî rengî tê şikandin.

Partiya Xiristiyan a Demokrat rastî rexneyên tund hat lê partiya Xiristiyan a Demokrat û serokê partiyê jî, Friedrich Merz li ser projeyasaya xwe ku di dawîn rûniştinê de dengê zêde bi dest nexist bi israr in.

"Piraniya Almanan dixwazin dawî li koçberiya neyasayî bê"

Alîkarê Serokê Fraksiyona Partiya Xiristiyan a Demokrat Jens Spahn jî got:

"Pêşî di wan 5 xalan de behs ji wê tê kirin ku niha pêwîst e gelekî bi lez li ser sînorê Almanyayê bên vegerandin û bê gotin heta vir û bes.

Gelekî bi lez li wê yekê bê nêrîn, bi taybetî li ku koçberên sûcdar hene ku çend caran biryara bicihiştina welêt li ser wan heye lê bi azadî li Almanyayê digerin.

Tu nikarî vê yekê ji dê û bavê zarokekî du salî re zelal bikî, kesek ku mafê wî tune li Almanyayê bimîne ku zarokê te bi kêrê lê daye, wê demê ev nayê zelalkirin û em dixwazin dawî lê bînin."

Her wiha spahn got, "Piraniya Almanan, ez bawer im ne tenê Alman lê piraniya xelkê li welêt, ew ên ku aqilmend in, ew ên ku pêşerojeke baş ji bo Almanyayê dixwazin û bi taybetî ewlehî ji bo zarokên xwe, ev piraniya mezin dixwazin dawî li koça neyasayî were."

"Sê partî daxwaza bicihkirina kontrola sînorên Almanyayê dikin"

Dirûşma piraniya partiyên Almanyayê ji bo vê hilbijartinê "dawîanîna koça neyasayî û vegerandina ewlehiyê ye ji bo Almanyayê" lê partiyên CDU, FDP û AfD her sê jî daxwaza bicihkirina kontrola herdemî ya sînorên Almanyayê dikin.

Di demekê de ku niha kontrola demkî li ser sînorên Almanyayê heye ku ji aliyê Nancy Faeser, Wezîra Karên Hundirîn a niha ya Almanyayê ve hatiye fermankirin divê her 6 mehan carekê, ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve were pejirandin.

Sosyal Demokrat dibêjin: Polîsê federal nikare kontrola tevahî ya hemû herêman bike, ji ber ku Almanya bi hezaran kîlometre "sînorê kesk" heye.

Lê partiya AfD heta behsa "avakirina perdeya sînorî" dike, ev ji aliyê partiya Sosyal Demokrat ve hatiye redkirin û dibêjin divê herêma Schengen were parastin û dubare danîna kontrola demkî ya sînorê navxweyî, divê "rêçareya dawî be."

Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) daxwaza "qedexekirina kiryarî ya hatina hundir" li ser sînor dike ji bo wan kesên ku belgeyên hatina hundir ên rast tune ne.

Partiya cîgir, heman daxwazî heye, ew daxwaz dikin her li ser sînor bê guhdan bi wê yekê ku ew koçber mafê daxwazkirina parastinê heye, ango mafê penaberiyê, rê neyê dayîn.

Partiya Sosyal Demokrat, Kesk û Partiya Çep dixwazin ji koçberan re  rê were dayîn li Almanyayê heta ku mafê penaberiya wan were zelalkirin, paşê biryara vegerandina wan ji bo welatên Ewropayê were dayîn.

Partiya Sosyal Demokrat ku 3 sal e nîv e li desthilatê ye, dibêje ya ku wan kiriye, heta niha ti partiyan nekiriye.

"Em bi zelalî piştgiriyê didin mirovahî û rêkxistinê"

Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Koçberan Partiya Sosyal Demokrat  Reem Alabali-Radovan jî got:

"Em bi zelalî piştgiriyê didin mirovahî û rêkxistinê. Di sê sal û nîvê borî de me di hikûmetê de nîşan da ku em çi dikin.

Ji aliyekî ve, em ji destpêkê ve alîgirê têkilbûnê ne. Min bi taybetî têkoşîn kiriye wekî mînak ji bo kêmkirina qedexekirina karkirinê.

Bi min divê em xelkê neçar nekin ku bê kar rûnin. Me kursên têkilbûnê ji bo her kesî vekirine, bêyî guhdana rewşa mayîna wan."

Her wiha me zêdetir veberhênan kiriye, wekî mînak di dibistanan de.

Ez bawer im ev qadeke gelekî girîng e dema ku em behsa têkilbûnê dikin. Di heman demê de beşa rêkxistinê jî heye.

Mebest jê rêkxistin û kontrolkirina koç û koça penaberiyê ye ji bo Almanyayê. Ji ber vê me sîstema hevpar a penaberiyê ya Ewropayê xistiye rê.

Mijar têkilî dabeşkirina wekhev heye li Ewropayê. Encam diyar in; hejmara daxwaziyên penaberiyê ji sedî 30 kêm bûne.

Di heman demê de serkeftinên mezin jî hebûne, wekî mînak bi yasaya welatîbûna me. Me yasayeke modern a welatîbûnê xistiye rê ku rê dide welatîbûna ducare ji bo her kesê ku bixwaze.

Ev e ya ku partiya Sosyal Demokrat piştgiriyê dide; têkilbûn ji destpêkê ve ji bo herkesî, heman derfet ji bo herkesî. Lê di heman demê de rêkxistin û kontrolkirina koçê."

Dersînorkirina koçberan

Mijareke din ku niha di propagandaya hilbijartinan a  di navbera berpirsên bilind ên partiyan de pirsa desrînorkirinê ye.

Nêzîkî 261 hezar û 925 kes li Almanyayê hene ku divê Almanyayê bi cih bihêlin lê di sala 2024an de tenê hatiye kirin ku 16 hezar û 430 kes bên dersînorkirin.

Di 140 rojên borî de 22 hezar û 243 kesan li ser sînorên Almanyayê hewl dane ku sînor derbas bikin, ji vê hejmarê 13 hezar û 786 pasaport pê re nebûne û bi rêya kontrola polîs hatiye kirin ku bên vegerandin.

Her wiha nêzîkî 518 qaçaxçî hatine desteserkirin. Di sala 2024an de, 229 hezar û 751 kesan daxwaza mafê penaberiyê kirine.

"Piraniya koçberan ji kêfê nayên Ewropayê"

Serokê Partiya Keskan Felix Banaszak ji Rûdawê re got, "Em ji her aliyê ve rastbîn in, em dizanin piraniya wan kesên ku ber bi Ewropayê ve tên, ev ji bo xweşî û kêfê nakin.

Lê ji ber ku hatine çewsandin, tehdît li wan hatiye kirin, ji ber ku li her derê cîhanê qeyran û şer û pevçûn hene.

Ji ber vê girîng e ji bo min û me ku Almanya wek welatekî vekirî li hemberî cîhanê bimîne, welatek ku agahdar e ji berpirsyariya xwe, welatek ku ji dîroka xwe fêr bûye, em piştgiriyê didin vê yekê."

Serokê partiya Keskan behs ji wê yekê kir ku ew "di heman demê de rastbîn in û dizanin şaredarî bo mînak hewcedarî piştgiriyê ne.

Ji ber ku bêguman ev erk û astengiyeke mezin e, dema di salên borî de gelekî xelk hatine Almanyayê, hemû hewcedarî cihê kreşan û cihê rûniştinê û her tiştî ne.

Ji ber vê gelekî baş e ku gelek şaredarî hene, ji wan li Kolnê ku dibêjin cihê me heye ji bo xelkê lê hewcedarî piştgiriya darayî ji herêmê û ji hikûmeta federal in û em piştgiriyê didin vê yekê."

Dawîanîna bi anîna malbatên penaberan û desteserkirin kesên ku divê Almanyayê bi cih bihêlin û birîna mehaneyê û daxwaziyên dijî koçberan û pirsa siyaseta koçberan bûne pirsên sereke.

AfD dibe sedema parçebûnê

Profesor Dr. Herfried Munkler dibêje ev dijayetî û belavkirina nefret û kînê ji aliyê AfDyê ve dibe sedema perçebûna civakê û aboriya Almanyayê jî lawaz dike.

Profesor Munkler ji Rûdawê re got, "Bêguman ev propaganda civaka Alman parçe dikin û gelek pirsgirêk çêdikin.

Bi taybetî li wan cihên ku koçber baş têkel bûne û postên girîng jî di jiyana kar de wergirtine.

Em dikarin tesewir bikin; li herêma Thuringenê hikûmeteke kêmanî ya partiya AfD di desthilatê de be, ne wisa?

Ew kesên ku di warê lênihêrîn û nexweşxaneyan û gelek cihên din de kar dikin, dê Thuringenê bi cih bihêlin, ne Almanyayê, lê diçin herêmeke din a Almanyayê.

Tenê wek ezmûneke fikirînê zelal dike, ku AFD bi çi awayî zirarê dide xweşguzaraniya Almanyayê, ligel daxuyaniyên bêaqil ên xatûn Weidel derbarê jinavbirina turbînên bayê û gelek tiştên din jî.

Lê şiyanek di nifûsê de heye ku hilbijartin bi kar tînin ji bo sarkirina hêrsa xwe, derxistina hestên xwe, hêrs û nefretan."

Profesor Dr. Herfried Munkler her wiha dibêje "Mirov dikare bibîne çawa AfD di propagandaya hilbijartinê de behsa vê yekê dike, ne wisa? Xwe biparêzin!

Erê, çalakiya hilbijartinê ne xweparastin e lê di demokrasiyê de beşdarî ye di beşdariya siyasî de. Xwe biparêzin!

Wê demê di bingehê de hestên neyînî ku li vir hatine livîn û di encamê de dibe sedema ku Almanya lawaztir be ji ya ku dikare hebe."

Pevçûn di vê hilbijartinê de xurt in û ji ber tirsa xurtbûna partiyeke rastgir a tundrew her wiha dijayetiya rastgiran a li dijî siyaseta koçberan a partiya Xiristiyan a Demokrat li seranserê Almanyayê, bi hezaran kes derketine ser kolanan

Ji ber ku nêzîkî ji sedî 30ê nifûsa Almanyayê pêşîneya koçê heye û partiyên çep û çepên navîn, dirûşma pirrengî bilind dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst