Nûnerê Putîn bo Rûdawê: Tirkiye bêyî agahiya Rûsyayê operasyon pêk aniye

22-11-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nûnerê Putîn bo Rûdawê: Tirkiye bêyî agahiya Rûsyayê operasyon pêk aniye
Nûnerê Putîn bo Rûdawê: Tirkiye bêyî agahiya Rûsyayê operasyon pêk aniye
Nîşan Rûsya Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Aleksandr Lavrentyev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev ragihand ku operasyona dawî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bêyî razîbûn ango agahdarkirina Rûsyayê pêk hatiye.

Îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan li Qazakistanê 19emîn hevdîtinên Astanayê yên têkildarî krîza Sûriyê dest pê dikin. Biryar e di lûtkeya 22-23ê Mijdarê de  şandên Tirkiye, Rûsya û Îranê û rêveberiya Şamê û opozisyona Sûriyê jî amade bin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, ku  ku ji bo hevdîtinên li paytexta Kazakistanê li bajarê Astanayê ye, li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî got: "Tirkiye bêyî agahdarî û razîbûna Rûsyayê li Sûriyê operasyonan dike.”

Aleksandr Lavrentyev da zanîn ku haya wan ji van êrişên dawî yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê çêbûye û got ku Rûsya daxwazê ji Tirkiyê dike ku bêyî bikaranîna hêza leşkerî, lê bi diyalogê li çareseriyê bigere.

Di heman demê de tê pêşbînîkirin ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê bibe beşek ji gotûbêjên di civînên Astanayê de yên aliyên beşdar.

Ev yek di demekê de ye ku roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyona bi navê Pemçe-Şûr ragihand û êrîşeke berfireh li nav axa Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi hinceta ewlehiya xwe pêk anî.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir ku di êrîşa ku di bin navê "Operasyona Pençe -Şûr" de hat kirin de 184 gerîlayên PKKê û şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê din Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku di êrîşan de herî kêm 37 kesan canê xwe ji dest dane.

Pirsên Rûdawê û bersivên Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê bo karûbarên Sûriyê wek xwe:

 Rûdaw: Aleskandr Lvovîç, beriya ku şandên hemû aliyên bên Astana, an ku beriya destpêbûna van hevdîtinan, artêşa Tirkiyeyê bi dehan balafiran Bakûr û Rojhilata Sûrî û Başûrê Kurdistanê bobardiman kir. Bi dehan kesên sîvîl bûn qurbanî. Raste Tirkiye zû de behsa operasyoneke leşkerî ya li herêma Xwesweriya Demokratîk dikir. Lê ev operasyon niha destpê kir. Gelo ew tesaduf bû, an jî peyamek bû, ji bo vê kombûnê?

Aleksandr Lavrentyev: Em agadarin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê êrîşên hewayî pêk anîne li Bakûrê Sûrî û li erdê Îraqê. Sedema wê jî – operasyona antî terorê ya piştî çalakiya terorîstî ya li Stembolê bûye.

Bê guman em dê bang li hevkarên xwe yên Tirk bikin ku bi temkîênî tev bigerin. Da ku pêşîi li alozbûna rewêş bê girtin.  Û alozbûna rewşê ne tenê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, belkî alozbûna li tevaya erdê Sûrî. Lewre, ew yek bi rastî jî dikare aloziyeke weha provake bike.

Lewma jî bi nêrîna me, divê kar bi hemû aliyan  re bê berdewamkirin, da ku çareseriyeke aştiyane bê peydakirin, çareseriya pirsgirêka Kurd jî tê de.

Bê guman em dê vê mijarê îro gengeşe bikin. Ez dikarim bêjim ku aliya Rûsyayê ji berê de ne hatibû agahdarkirin li ser êrîşên li erdên Sûrî û Îraqê. Bê guman, wek min got, aşkereye ku çalakiya terorîstî ya li Stenbolê han daye vê tevgera  artêşa tirkan.  Wekî hûn dizanin, van çend mehên dawî de, ji destpêka vê salê vir ve, dema ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan niyeta xwe ya destpêkirina operasyona serbazî aşkere kiribû, Federasyona Rûsyayê çi ji destê wê hat, kir ku ev yek pêk neyê. Herî kêm nehîşt ku operasyoneke berfireh, êrîşeke bejayî destpêbibe. Aliyê Rûsyayê karî ku vê yekê bike. Û em hêvî dikin ku em dê bikarin niha jî hevkarên tirk qanih bikin, li erdê Sûrî ji bikaranîna hêzekî ji hedê xwe zêdetir xwe rabigrin.

Rûdaw: Duh rêûresma bi axsipartinê  birêve çûn. 11 sîsvîl  bûne qurbanî di wan êrîşan de. Gelo sersaxiyek hebe ji gelê Bakûr û Rojhilata Sûrî re?

Aleksandr Lavrentyev: Bê guman, em sersaxî didin hemû qurbaniyan. Em sersaxî didin hem gelê Tirkiyeyê ji bo qurbaniyên li Stembolê, hem jî sersaxî didin gelê Sûriyeyê ji bo qurbaniyên sîvîl ên li Rojhilatê Sûrî.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst