Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê: Li Kerkûk, Bexda û parêzgehên din perwerdeya bi Kurdî heye

22-09-2023
Diyar Kurde
Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Namis Cibûrî
Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Namis Cibûrî
Nîşan Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê ji Rûdawê re ragihand, xwendina bi Kurdî li Kerkûk, Bexda û hemû parêzgehên din ên Îraqê heye.

Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Namis Cibûrî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Îbrahîm Namis Cibûrî ji Rûdawê re got:

“Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de baş in.

Hevahengî û lihevkirineke baş di navbera wezaretên perwerdeyê yên Hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de heye.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê diyar kir ku Herêma Kurdistanê roleke mezin di hewandina penaberên parêzgehên din ên Îraqê de lîstiye anî ziman:

“Li Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya xwendekarên me hene.

Li Herêma Kurdistanê çend dibistanên me hene ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan bi rê ve dibe.”

“Ti astengî yan jî pirsgirêk nînin”

Îbrahîm Namis Cibûrî li ser perwerdeya bi Kurdî ya li Kerkûkê kir ku welatiyên Kerkûkê gelek caran gazinan dikin ku Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê bi qasî perwerdeya bi Erebî piştgiriya perwerdeya bi Kurdî nake, got:

“Rêveberiyeke me ya giştî heye ku girêdayî Wezareta Perwerdeyê ye û ev mijar girêdayî wê ye.

Niha xwendina bi zimanê Kurdî li Kerkûk, Bexda û parêzgehên din heye. Her wiha li ser zimanê Kurdî tayînên nû jî hene ku perwerdeya bi zimanê Kurdî girêdayî wan e.

Ti astengî yan jî pirsgirêk di vî warî de nînin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pêdiviyên wan dabîn dike

Zêdetirî 10 hezar mamosta û karmendên Kurd li navçeyên Kurdistaniyên ku ne di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de ne hene.

Bi taybetî li Kerkûk, Şingal û Xaneqînê, ew mamoste dersa Kurdî didin xwendekaran û meaş, pirtûk û hemû maf û pêdiviyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst